7 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ozgur Erol: Azadiya birêz Ocalan divê bi qanûnî pêk were

Endamê Heyeta Îmraliyê Faîk Ozgur Erol di Konferansa Navneteweyî de axivî û got ku nabe Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê bê ragirtin û diyar kir ku divê ji bo azadiya Abdullah Ocalan qanûna azadiyê bê çêkirin.

Konferansa Navneteweyî ya Aştî û Civaka Demokratîk a DEM Partiyê li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya Stenbolê bi axaftinan berdewam dike.

Endamê Heyeta Îmraliyê parêzer Faîk Ozgur Erol di rûniştina “Perspektîfên li ser Aştiya Civakî” axaftinek kir.

Faîk Ozgur Erol wiha axivî: “Li Meclîsê axaftina dayikan a bi kurdî asteng kirin. Lê serokê heman Meclîsê çû Amedê risteyek bi kurdî xwend û parvekirina bi kurdî xwend. Lewma kurdî di yasayan de nehatiye mîsogerkirin. Ji bo axaftina wan û parvekirina wan serbest e lê ji bo dayikan, ji bo kurdan qedexe ye.

Kurdîbûn li vî welatî ne yasa ye, ne qanûnî ye. Heta ku kurdbûn li vî welatî nebe yasayî wê kes nikaribe bi kurdî biaxive. Divê Ji bo kurdbûnê qanûnên bên çêkirin.

‘Nabe ku birêz Ocalan li wir bimîne’

Dibêjin em ji birêz Ocalan sûdê werbigirin, bila ew her tiştî bike lê bila li wir bimîne. Naxêr wisa nabe. Heta ku birêz Ocalan bi qanûn û hiqûqa azad û aştiyê ranebe, dê ev neyê qebûlkirin. Azadiya kurdan bi azadiya birêz Ocalan ve girêdayî ye.

Sererastkirina mafê hêviyê tenê ne ji bo birêz Ocalan ji bo bi sedan girtiyan divê were bicihanîn.

Azadî ji bo cihê parastinê ye. Azadî kirdeya parastinê ye.”

Piştî navbera nîvro rûniştina duyemîn a bi sernavê “Ezmûnên di çareseriya şer de” ku siyasetmedar Gultan Kişanak moderatoriya wê dike dest pê kir.