101 sal di ser peymana Lozanê re derbas bû. Bi peymana Lozanê Kurdistan kirin 4 parçe. Kurd û Kurdistan di nava sînorên Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê de hat dabeşkirin. 101 sal di ser peymanê re derbas bû. Hêzên serdest ji ber ku negihiştin armanca xwe vê carê polîtikaya înkar û imhaya li ser kurdan bi rêbazên cuda berdewam dikin. Niha jî dixwazin vê carê kurdan bi kurdan bidin kuştin. Hêzên serdest û hegomon ji bo serweriya xwe li ser kurd û Kurdistanê berdewam bikin, vê carê bi hevkariya Tirkiyeyê û PDK-Malbata Barzanî, axa Başûr dagir dikin, gundên başûr vala dikin û li çiyayê Kurdistanê li dijî gerîllayên PKK’ê şerekî dijwar dimeşînin.
Siyasetmedar û nivîskar Hasan Ozguneş, der barê Peymana Lozanê, encamê wê û dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê nirxandin kir.
Siyasetmedar Hasan Ozguneş, ewil bal kişand ser peymana Lozanê û wiha got: “Peymana Lozanê piştî şerê cîhanê yê yekemîn dewletên dagirker Fransa û Îngîlistanê xwestin Osmaniyan ji holê rakin û Rojhilata Navîn ji nûve bi teşe bikin. Beriya peymana Lozanê agirbesta Montrosê hebû. Bi vê agirbestê nexşeyek danîbûn pêşiya Osmaniyan. Piştî dewleta Osmanî têk çû, Mustefa Kemal ev peymana Lozanê îmze kir. Beriya Lozanê gelek peyman pêk hatin. Di wan konferansan de xerîteyên herêmê hatin niqaşkirin. Di konferansa Parîsê de ermenî û kurd tev hebûn. Şerîf Paşa nûnertiya kurdan dikir. Li ser 6 bajarên bakurê Kurdistanê li hev kirin. Ermenî û Kurdan li ser van 6 bajaran li hev kirin. Lê li ser meseleya Misûl û Kerkukê negihiştin encamekê. Di Peymana Lozanê de hesabên Îngîlistan, Fransa û Tirkiye yên cuda li ser Kurdistanê hebûn. Di peymana Lozanê de bêtir niqaş der barê Misûl û kapîtulasyonê de pêş ketin.”
‘Kurd bê maf hiştin’
Ozguneş, bal kişand ser bandora Konferansa Lozanê ya li ser kurdan û wiha axivî: “Kurdistan di sala 1639’an de bi Peymana Qesrî Şîrîn di navbera Osmaniyan û Îranê de bû 2 parçe. Bi peymana Lozanê jî Kurdistan bû çar parçe. Beriya Lozanê bi Peymana Enqereyê re Rojava yekser teslîmî Fransayê kirin. Bi peymana Lozanê jî başûr teslimi Îngîlîzan kirin. Bi vê peymanê Kurdistanê kirin çar parçe. Axa kurdan û gelê kurd parçe kirin. Beriya peymanê Mustafa Kemal digot ‘Em ê xweseriyê bidin kurdan. Me qedera kurd û tirkan kiriye yek. Ev di Makezagona 2921’an de jî hatibû pejirandin. Nûnerên Îngîlistanê gotin ‘Li Misûlê petrol heye em nadin we.’ Mistefa Kemal bi Îngîlistanê re neket şer û kurd bê statu man. Di 1924’an de makezagonek nû dan pêş û ji bo statuya kurdan tiştek derneket. Îngîlizan û Fransa her tim kurd li dijî Tirkiyeyê wekî şantaş ji kar anîn. Her tim xwestin kurdistan parçe bibe. Bi peymana Lozanê Kurdistan kirin çar parçe û kurd ji hemû mafê xwe bêpar hiştin.”
‘Lozanê fermana tunekirinê bû’
Hasan Ozguneş li ser encama Peymana Lozanê ya ji bo kurdan jî rawestiya û ev agahî dan: “Bi Peymana Lozanê ax û destkeftiyên kurdan parçe bû. Hişmendî, çand, parçe bû guherîn çêbû. Çand û ferasetên parçeyan parçe bûn. Bişaftin pêş ket. Gelê kurd ji cih û warên xwe hat koçberkirin û bişaftin. Libaz, ziman, çand û navê kurdan guhertin. Her tiştê kurdan guhertin. Gelê kurd înkara li dijî xwe qebûl nekir û serhildan pêş xist. Lê ji ber ku kurd ne bi rêxistinkirî bûn bi ser neketin. Peymana Lozanê peymana tunekirina gelê kurd bû.”
Ozguneş: Yên li ber xwe didin kurd in
Ozguneş, li ser dagirkeriya başûrê Kurdistanê jî rawestiya û wiha lê zêde kir: “Gelê kurd êdî nasnameya xwe nas dike. 100 sal in li ber xwe dide. Di 40-50 salên dawî bi rêbazên cuda nasname, ziman, çand, azadiya xwe diparêze. Dixwaze di welatê xwe de bi awayekî demokratîk xwe bi rêve bibe. Lê dewleta tirk bi biryar e hemû bawerî û nasnameyên din ji holê rake. Lê yê li ber xwe dide gelê kurd e. Rayedarên dewleta tirk bi xwe dibêjin ‘me tu carî ji dest sînorê Mîsak-î Mîllî bernedaye.’ Dewleta tirk di şexsê AKP-MHP’ê de bi salan e li dijî gelê kurd şer dike.”
Ozguneş, li ser helwesta hikûmeta Iraqê û Başûr jî rawestiya û got: “Di nava hikûmeta Iraqê de yek rêzî nemaye. Hikûmeta Iraq û başûr zêde derfet dane Tirkiyeyê. Em dibihîzin ku dibêjin ‘hikûmeta Başûr milê bi ser bakur ve firotiye. Hem PDK’ê rê li Tirkiyeyê vekiriye û hem jî hikûmeta Iraqê bêdeng e. Ev nişan dide ku di bin perdê de li hev kirine. Dewleta tirk hêz ji wir girtiye ku diçe herêmê dagir bike. Em helwesta hikûmeta Tirkiyeyê li Kibrisê dibînin. Dikeve kijan erdî li wir bi cih dibe. Ev nêzîkatiya hikûmeta başûr tu fêdê nade gelê herêmê û Iraqê. Şer bandorek mezin li ser pêşeroja gelê kurd û herêmê dike. Em vê rastiyê di jiyanê de dibînin. Di navenda vî şerî de kurd û Kurdistanê heye. Heta niha encamek erênî ji bo gelan neanîye. Tenê xizanî, koçberî kuştinê tîne.”
Divê hemû gel li dijî dagirkeriyê rawestin
Siyasedmedar Hasan Ozguneş xwest hemû gelê herêmê bibin yek û rê li pêşiya vî şerî û vê dagirkeriyê bigirin û wiha pêde çû: “Divê Tirkiye jî rêbaza aştî demokrasî û dîplomasiyê bidin pêş. Divê hemû gelê Rojnihata Navîn li dijî şer rawestin.”
Nivîskar Hasan Ozguneş herî li ser girîngiya dîplomasiya gelan jî rawestiya û wiha got: “Niha tu niyeta çareseriya aştiyane ya dewletan tune ye. Me got ku şer xizanî û kuştinê tîne. Divê hemû gelên herêmê yên kurd, faris, ereb û yên din divê eniyek demokratîk ava bikin. Divê li dijî şer û aloziyê têkevin nava hewldanek aştiyane. Divê gel êdî tifaqekê ava bikin û bertekên demokratîk nîşan bidin.”