Bavê şervanê YPG’ê Orso Têkoşer Alessandro Osettî bi minasebeta 9’ê Cotmehê salvegera komploya navdewletî peyamek şand û got: “Ez Alessandro Orsetti me. Bavê şehîd Orso Têkoşer im. Di nav Kurdan de jêre dibêjin Orso Têkoşer. Orso Têkoşer di tebaxa 2017’yan de ji bo piştgirîkirina şoreşa gelê Kurd çûbû Rojava. Di 18’ê Adara 2019’yan de jî li wir şehîd ket.”
Bav Alessandro Orsettî anî zimn ku piştî vê biryara mezin a kurê xwe ku çûbû Rojava, ew jî hêdî hêdî nêzîkî vê şoreşê bû û wiha got: “Ez ji dil û can bawerîya xwe bi vê rêya ku gelê Kurd tê de dimeşin, tînim. Ez ez ji vî gelî hez dikim. Ez xwe nêzîkî vî gelî dibinim. Ji ber vê yekê ez jî tevli kampanyaya rizgarkirina Serokê gelê Kurd Rêber Ocalan dibim. Ev kampanya bang li dewleta Tirkan dike ku tecrîda li ser Rêber Ocalan ku 25 sal in girtî ye ji holê rakin û daxwaza berdana wî dike. Rizgarkirina rêberê gelekî pir girîng e. Ji ber ku hevgirtina civakî, şêwazek jiyana siyasî û civakî, bi Konfederalîzma demokratîk guhertiye. Bi rastî şoreşek kûr û girîng pêk aniye. Ji ber vê yekê ez tevlî vê kampanyayê dibim. Ez ji ber vê yekê nêzîk im. Ji ber vê yekê ez hêvî dikim ku ev hemî bibe sedema tiştek erênî. Bijî Kurd! Ez kurdan hembêz dikim. Nêzîkbûna min û dilê min bi we re ye. Hemû malbata min bi we re ye.”