Hêzên Ewlekariya Hundirîn di roja 8’an de Qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê, bi alîkariya HSD û YPJ’ê li kampa Holê hatiye ragihandin, berdewam kir.
Piştî xebatên lêgerînê yên li beşên 2 û 7’an, hêzên operasyonê di saetên vê sibehê de ketin beşa 2’yemîn a kampê. Di xebatên lêgerînê de ku li beşa 2’yemîn dewam dikin, hin bombeyên destan û cercûrên kalaşnîkofan hatin desteserkirin. Li gorî agahiyên ku berpirsên Hêzên Ewlekariya Hundirîn dabûn nûçegihanê me, hêzên operasyonê di hefteyê de 34 kesên lêgerîna wan hebû, destgîr kirine û gelek çek û bombe desteser kirine.