26 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Operasyona li dijî HDKê hat şermezarkirin

Operasyona li dijî HDKê li gelek bajaran hate protestokirin û hat gotin ku îktîdar hewl dide HDKê krîmînalîze bike.

Di 18ê sibatê de li dijî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) operasyona girtin û binçavkirinan hat destpêkirin. Êrîşa li dijî HDKê li bajarên Edene, Mêrsîn û Rihayê hat protestokirin.

Edene

Bi pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Edeneyê li Parka Înonuyê daxuyanî hat dayin. Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr di daxuyaniyê de ji ewil bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Qaxizmanê da.

Têkoşîna ji bo jiyaneke aştiyane

Seyfettîn Aydemîr, da zanîn ku di nava meha dawî de herî kêm 100 HDKî hatine binçavkirin û ji wan bi dehan kes hatine girtin. Aydemîr, wiha got: “HDK, zemîna pêkvejiyanê ye. Îktîdara ku ji bo tesfiyekirina siyaseta demokratîk bi sala ye darazê weke ço bi kar tîne, li dijî HDKê operasyona qirkirina siyasî da destpêkirin. HDK, têkoşîna ji bo jiyaneke aştiyane, wekhev û demokratîk e. Parastina nirxên demokratîk e. Zemîneke civakî û siyasî ya gelên Tirkiyeyê ye. Armanca van operasyonan, krîmînalîzekirina HDKê û tunekirina hêviya aştiyê ye. Em ê nehêlin HDKê krîmînalîze bikin. Banga me ji bo îktîdarê ew e ku dev ji van operasyonên xwe berde.”

Mêrsîn

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê jî li Parka Ozgur Çocukê daxuyanî da. Berdevkê Platformê Kemal Goçmen diyar kir ku armanca ji girtin û binçavkirinan ew e ku muxalefeta civakî bê krîmînalîzekirin. Kemal Goçmen, anî ziman ku heke zilm û zext hebe dê li dijî wan têkoşîn jî her tim hebe.

Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kuş jî bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Qaxizmanê da û got ku dê têkoşîna wan a li dijî zextan bidome.

Riha

Bi pêşengtiya DEM Partî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Rihayê jî daxuyanî hat dayin. Parlamenterên DEM Partiyê yên bajar Omer Ocalan û Ferît Şenyaşar, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û gelek kes tev li bûn. Hevserokê DBPa Rihayê Mahmût Manas diyar kir ku HDK ji bo welatekî demokratîk têdikoşe û ew ê vê têkoşînê bidomînin.

Parlamenter Ferît Şenyaşar jî ev tişt anî ziman: “Em bi îktîdareke faşîst re rû bi rû ne. Daraz veguheriye çoyê îktîdarê. Wezareta Dadê riziyaye. Hevalên me dîl hatin girtin. Li holê tu sûc nînin. Li ser fermanê hatin girtin. Dê hesabê vê bêhiqûqiyê rojekê were dayin. HDK em in, hevalên me rûmeta me ne. Em ê bibin dengê wan.”

Terka vê siyaseta xwe ya qirêjî bikin

Parlamenter Omer Ocalan jî bi bîr xist ku ev demekî dirêj e operasyonên siyasî didomin û axaftina xwe wiha qedand: “Di demên dawî de qala pêvajoyekê tê kirin. Em ê heta dawiyê siyaseta demokratîk biparêzin.. Operasyonên li dijî HDKê dê pêşiya aştiyê bigirin. Tu feydeyê tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Qaxizmanê û operasyonên li dijî HDKê ji bo gel nînin. Terka vê siyaseta xwe ya qirêjî bikin. Gelê me li benda banga Rêberê xwe ye, divê AKP guh bide vê bangê.”