13 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Dêrazorê operasyona li dijî DAIŞê didomin

Duh DAIŞê êrişî noqteyeke ewlehiyê ya li bajarokê Zîbanê kiribû. Li dijî êrşên DAIŞê yên li Dêrazorê operasyona Hêzên Ewlekariya Hundirîn didome.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişa şaneyên DAIŞê ya duh li gundewarê Dêrazorê hatiye kirin, daxuyaniyek da. Fermandariyê, diyar kir ku di demekê ku metirsiya DAIŞê û çalakiyên şaneyên wê yên terorîst li kantona Dêrazorê zêde dibe de hêzên wan hewlên xwe yên ji bo parastina ewlehî û aramiyê zêde dikin.

Bi domdarî hate destnîşankirin ku şaneyên DAIŞê duh saet di 21.00an de êrişî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li bajarokê Zîbanê yê Kantona Dêrazorê kirine. Hate diyarkirin ku êrişkaran ku motorsîkletan bûn, bi çeka RPGê êrişî navendê kirine û ev agahî hatin parvekirin: “Hêzên me yên li cihê bûyerê bi lez bersiva êrişê da û ti ziyanên li endamên me nebûn. Ji ber zexta bersiva bilez a hêzên me de êrişkar reviyan.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Careke din em teqez dikin ku ku hêzên me dê erkê xwe yê welatparêziyê yê parastina ewlehî û aramiyê pêk bînin û têkoşîna li hemberî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê û hesabpirsînê ya ji ber sûên wan bidomîne.”