12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Omer Ocalan xwest biçe Îmraliyê

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan ji bo bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike, serî li Wezareta Dadê da û xwest biçe Girtîgeha Îmraliyê.  

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan ji bo bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan yê ku li Girtîgeha Girava Îmraliyê tê tecrîdkirin û 41 meh in agahî jê nayê girtin re hevdîtinê bike, serî li Wezareta Dadê da.

Omer Ocalan di daxwaznameya xwe de wiha got: “Em weke malbatê agahî ji birêz Abdullah Ocalan ku niha li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê girtin nagirin û ji rewşa wî ya tenduristiyê bi fikar in. Ez wek biraziyê wî dixwazim di 16.08.2024’an de serdana birêz Abdullah Ocalan bikim. Ez dixwazim ji bo hevdîtin pêk were, tişta pêşwîst çi be were kirin.”