Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 43 meh in di tecrîda giran de tê girtin. Hemû serlêdanên parêzeran û malbatê tên redkirin. Piştî tecrîda 43 mehan, biraziyê Rêber Abdullah Ocalan û di heman demê de Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan çû Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê û bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Omer Ocalan di devdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan de çi axivî û Abdullah Ocalan çi peyam da nehat parvekirin. Herî dawî Rêber Ocalan xwestibû parêzer bên hevdîtina wî. Lê rayedarên dewletê li şûna parêzeran bişîne endamê malbatê şandin Îmraliyê.
Omer Ocalan têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev agahî parve kir: “Bi birêz Abdullah Ocalan re herî dawî di 3’yê adara 2020’an de hevdîtina rû bi rû hatibû kirin. Weke malbat me piştî bi salan di 23’yê cotmeha 2024’an de bi birêz Ocalan re hevdîtin kir. Hevdîtina bi malbatê re mafekî qanûnî ye û em dixwazin şert û merc çi dibin bila bibin divê ev hevdîtin bidomin.”