13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Omer Ocalan behsa hevdîtina li Îmraliyê kir

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan cara ewil hinek kitekitên hevdîtina bi Abdullah Ocalan re parve kir û wiha got: “Birêz Ocalan amade ye ku ji bo çareseriyê înîsiyatîfê li xwe bigire. Gelo dê rayedar zemîna vê amade bikin an na?”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan, di 23yê Cotmehê de li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Parlamenter Ocalan, cara ewil kitekitên hevdîtinê di Meclisê de vegot.

Tirkiye ji kurdan re dibêje xweş û birayên me ne lê bi destê DAIŞê êrîşî kurdan dike.

Omer Ocalan, ji ewil bal kişand ser geşedanên li Sûriyeyê û got ku şer derbasî qonaxeke nû bûye. Omer Ocalan, wiha got: “Tirkiye ji bo kurdan dibêje bira lê bi destê DAIŞ û SMOyê êrîşî kurdan dike û rê li ber komkujiyan vedike.”

Omer Ocalan, bi domdarî got ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de wiha gotiye: “Di esasê xwe de me dikariya vê pirsgirêkê di sala 2000î de çareser bikin. Di sala 1999an de jî min got ez ê xizmetê ji bo çareseriya meseleya kurd-tirkan bikim. Min di sala 2000î de got, niha jî dibêjim. Lê belê ev gotin kişandin aliyên cuda. Gotin; ‘Apo ji bo xwe xelas bike van gotinan dike.’ Hêj jî em li heman cihî ne, hêj li parlamentoyê ev meseleye tê nîqaşkirin. Sal bû 2024 lê hêj jî şer, neçareserî û pevçûn hene.”

Mijar ne şexsî ye

Omer Ocalan di berdewamiya axaftina xwe da got ku: “Rewşa Rêberê PKKê xweş bû, bihêz bû, haya wî baş ji rojevê hebû û bi aşkereyî got ku ew amade ye di mijara çareseriyê de înîsiyatîfê li xwe bigire. Birêz Ocalan got; ‘Bêguman dema em di peyamên xwe de qala şert û mercan dikin, ez qala şert û mercên ji bo şexsê xwe nakim. Ez ji bo şert û mercên şexsî nabêjim; ez ji bo amadekirina zemîna çareseriyê dibêjim. Hinek rojnamegerên xwe weke ji ‘medyaya muxalîf’ nîşan didin gotinên manîpulatîf dikin. Hinekan jê qala welatên sêyemîn kirin, hinek qala welatên garantor û hinek jî li gorî xwe nirxandinên cuda dikin. Bêguman medyaya desthilatê jî ji hêla xwe ve hewl da vê hevdîtinê berovajî bike lê meseleyeke cidî ye. Li pêşiya me pêvajoyeke dîrokî heye; em dikarin ji hêla erênî ve, ji hêla pozîtîf ve vê pêvajoyê veguherînin pêvajoyeke mezin a aştiyeke birûmet.”

Omer Ocalan wiha domand: “Bêguman li ser Xezayê axivî, li ser Rojhilata Navîn û Îsraîlê axaftin hatin kirin. Derheqê rewşa li Iraq, Sûriye û Îranê de nirxandin kir. Pêşniyarên wî pêşniyarên herî maqûl bûn. Hikûmeta tirk an jî rayedarên tirk gelo dê li ber vê meseleyê bên? Gelo dê zemîna vê amade bikin an na? Mesele hinek jî di vir de xitimî ye. Bêguman qala Rojava kir. Geşedanên li Sûriyeyê ji nêz ve dişopîne. Çendek qenalên televîzyonê dişopîne û li ser rojevê serwext e.”

 ‘Bi rêbaza tecrîdê ev çareserî pêk nayê’

Omer Ocalan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qala Ermenan, Suryanan, Êzidiyan hat kirin. A rast qala tevahiya Rojhilata Navîn hat kirin. Hemû cudahî weke dewlemendî dihatin nirxandin. Binêrin, bi ser 23yê Cotmehê re 50 roj derbas bûne. Bi ser hevdîtina berê re jî çar sal û nîv. Bi rêbaza tecrîdê, bi siyaseta tesfiyekirinê ev çareserî pêk nayê. Jixwe windahiyên mezin çêbûn û hêj jî mirov jiyana xwe ji dest didin.”

 ‘Hinek derdor hewl didin rewşê tevlihev bikin’

Omer Ocalan, axaftina xwe wiha qedand: “Gelê kurd êdî baweriya xwe ya bi çareseriye bi rêyên demokratîk winda dike. Li rexekî dixwaze bawer bike li rexê din dema li Rojava dinêre, dibîne ku bombe li ser tên barandin. Sûîqest tên kirin û ev jî baweriya bi çareseriyê tune dike. Weke partî em dixwazin di demokrasiya vî welatî de rol bilîzin. Li ser medyayê çendek spekulasyon jî tên kirin. Em, di nava siyaset demokratîk û di çarçoveya destûra bingehîn de siyasetê dikin. Rêxistina wî jî got ku ew ê heta dawiyê bi biryarên birêz Ocalan re bin. Lê belê hinek derdor hewl didin rewşê tevlihev bikin.”