Desteya Jîngehê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 26-27’ê Nîsanê de li bajarê Qamişlo bi dirûşmeya, “Bi paradîgmaya ekolojîk Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bikin û doza Kurd çareser bikin” bi amadebûna 120 kesan konferans pêk anî. Endama Platforma Jin a Ekolojiyê Bêrîvan Omar der çavdêriyên xwe yên li ser konferansa ekolojiye û têkiliya jin û ekolojiye nirxandin girîng kirin.
Bêrîvan Omar ewil çavdêriyên xwe yên konferansê parve kir û got: “Ev konferans cara yekemîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya paradigmaya Rêber Apo de pêk tê. Em du rojan di konferansê de amade bûn. Demek dirêj e em xebatên ekolojiyê li Rojava dikin. Lê di milê teorî û pratîk de çawaniya wê gelek girîng bû. Kes û saziyên ku li Rojava xebatê dikin nerîn û planên xwe parve kirin. Nûnerên ji Ewropa, Amarîkaya Latîn, Efrîya Başûr, Iraq, çar parçeyên Kurdistanê amade bûn. Di konferansê de nerînek hevpar derket holê. Derket holê ku li ser mijara ekolojiye fikra me yek e. Ji ber ku mijara ekolojiye mijarek gerdûnî ye. Em nikarin pirsgirêka ekolojiyê tenê bi axa Rojava bi sînor bikin. Ji bo wê jî divê xebatek hevpar û gerdûnî bê kirin. Divê platformek hevpar ku ji hemû pêkhateyan pêk tê bê avakirin ku em karibin bên cem hev û xebatên hevbeş bikin. Li aliyê din ji bo parastin û xebatên ekolojiye nerînên cuda pêş ketin. Encamek xurt û dirêj derket holê.”
Bêrîvan Omar li ser talankirin û wêrankirina ekolojiya Kurdistanê jî rawestiya û wiha axivî: “Platforma Ekolojiyê ya jin ku li Rojava hatiye avakirin 2 sal in xebatê dike. Ji çend saziyên hevbeş ku xebatên ekolojiyê dikin pêk tê. Em bernameyên perwerdehiyê, xebatên ji bo zarokan dikin. Em ji 6 mehan kampanya û hamlmeyan çêdikin. Di van hamleyan de li gorî demsalan em xebatê dikin. Hamleya herî dawî di 4’ê Nîsanê de bû. Me dar çandin û bal kişand ser girîngiya çandina daran. Me di dibistanan de li ser girîngiya çandina daran bi zarokan re civîn pêk anîn.”
Bêrîvan Omar da zanîn ku wan çend roj berê li ser tekiliya ‘Av û Jin” komxebatek pêk anî û wiha berdewam kir: “Mijarên Jin çiqas dikarin avê biparêzin? Biryarên jinê yên der barê plankirina avê de dê guhertinên çawa çêbike? niqaş kirin. Platforma Jin û Jineolojî bi hevre ev xebat meşandin.”
Têgeha dargirkerî bi xwe ne ekolojîk e.
Bêrîvan Omar, destnîşan kir ku dema ekolojî tê gotin hevseniya di navbera zindî û ruhberan de tê gotin û wiha got: “Her zindî li hemberî mafê zindiyê din berpirsiyar e. Bi qasî mafê xwe diparêze, ew qas mafê yê/ya hemberî xwe jî diparêze. Dema em li cîhanê dinerin ev parastina dualî tune ye. Însan hem xwezayê dikuje, hem jî însan dikuje. Dest datîne ser erdê ên din û mirovê wê axê ji wir derdixe û piştre wêran dike. Tu dagirker nikare wekî xwediyê wî warî, ax û warê hatiye dagirkirin biparêze. Kesên dagir dikin, dê nikarin wekî xwediyê wî warî wê ekolojiye biparêzin. Ji ber ku ew war ne aydî wî ye. Em vê mînakê li Efrînê dibînin. Efrîna ku ew qas bi dar, ber û kanî, em îro dibînin ku daran dibirin û difiroşin. Ji ber ku bi wan daran re nejiyan e. Bîranîna wan û wan daran bi hevre tune ye. Lê ji bo efrîniyekî darek pir hêja û bi wate ye. Ji ber ku ew dar wekî parçeyeke ji malbatê ye. Dar û malbat hev xwedî dikin. Hemû darên wan jimarî ne. Daran yek bi yek nas dikin. Li aliyekî saziyên fermî yên navnetreweyî, ji bo parastina hawîrdorê bang dikin. Lê li aliyê din Tirkiye ku endamê NATO’yê ye û ji wan saziyan e, wêran dike. Çekên kîmyewî bikar tîne. Xwezayê dikuje. Êdî jiyan li wir dişewite. Sewal nikarin bijîn. Dar şîn nabin.”
Qutkirina avê sûcê şer e
Bêrîvan Omar da zanîn ku mafê hemû kesan heye ku av di ser axa wan sre biherike û wiha lê zêde kir: “Bi taybetî çemê Dîcle û Firat li dora wan şaristanî ava bûye. Ji ber li vir av hebû şaristanî li vir pêş ket. Kesên li ser van avan dijîn, mafê wan heye ku li gorî pêdiviyên jiyanê ji vê avê sûdê bigirin. Îro em dibînin welatek vê avê li ser welatê jêra xwe qut dike. Ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî hemû pergala xwezayê diguherîne. Ji bo desthilatdariya xwe li ser yê din pêk bîne avê li ser wan qedexe dike. Ev sûcê şer e. Îro av ji ser Rojava jî tê qutkirin. Em dibêjin parastina ekolojiye, parastina hevsengiya di navbera mirov û hemû zindan de ye. Divê hemû zindî di nava hevsengiyekê de bijîn.”
Endama Platforma Jin a Ekolojiyê Bêrîvan Omar bal kişand ser parastina ekolojiyê jî û wiha pêde çû: “Em li Rojava dijîn. Em hêj nikarin dengê xwe bigînin gelek cihan. Gelek qedexe û astengî li ser me hene. Em li herêma xwe ji bo parastina ekolojiyê kampanyayên cuda dimeşînin. Ji bo hişmendiya parastina hawîrdorê belav bibe, em xebatên berfireh dimeşînin. Eger navendîbûn bişkê û her herêm bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bike, dê gelek pirsgirêk çareser bibin. Em hewl didin bi rêya seminer û civînan vê yekê pêş bixin. Jinên ku ew qas girêdayî xwezayê ne, dema bi rêve dibe, hevsengî bêtir pêş dikeve. Em hewl didin ku wekî jin têkevin nava biryarên der barê hawîrdorê de. Ji ber ku jin pir bi xwezayê ve girêdayî ye. Em caran diçin hin gundan hin jinan dibînin. Jinên ku kapîtalîzmê bandor li ser wan nekiriye, hêj bi xwezayê re di nava hevsengiyekê de dijîn. Her sewalek wan navekî wan heye. Kesek îro nikare biçe ji dayikekê re bêje ‘ez ê sewala te serjêkim.’ Ev pir zahmet e. Çop li cem wan tune. Çapa heyî dikin xwarin û didin heywanan. Îro rayedarên cîhanê bang dikin. Dibêjin em ê çawa xwe ji qirêjiyê rizgar bibin û çawa xwe bi xwe têr bikin. Lê dayikê me îro vê yekê di pratîkê de pêk tînin. Em dixwazin vê mînaka dayikan li hemû bajar û derdorê belav bikin. Divê di hemû qadan û biryaran de jin hebe ku karibe guhertinê pêk bîne.”
Em bibin yek
Bêrîvan Omar herî dawî ji bo parastina ekolojiye bang kir û got: “Ekolojî ya me hemûyan e. Divê em bibin yek û bi hevre biparêzin. Erd xera bibe em hemû dikevin xeterê. Divê yekbûnek pêş bikeve.”