Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li Bakirkoy a Stenbolê li dar dixe.
Xwediya Xelata Nobelê Oleksandra Viacheslavivna Matviichuk jî peyameke bi video şand. Peyama wiha ye: “Berî her tiştî, ez li ser şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de dixebitim. Em parêzvaniyê dikin ku mirov bi navên xwe bijîn; mirov ne tenê hejmar in. Me di daneyên xwe de zêdetirî 90 hezar sûc tespît kirine. Wekî jinên li Ukraynayê, tenê ji aliyê Rûsyayê ve zilm li me tê kirin; em di heman demê de li ber xwe didin. Me şahidiya jinên ku ji bo rûmeta mirovan têdikoşin kiriye. Em di pêvajoyên avakirina aştiyê de bêtir pêdiviyê bi jinan dibinin. Me bi mehan tiştên li ser berjewendiyên Rûsyayê bihîstin, lê me der barê mirovan de tiştek jê nebihîst. 27 hezar zarok ji malbatên xwe hatine veqetandin, dê çi bê serê wan? Bi hezaran di girtîgehên Rûsyayê de tên îşkencekirin. Bi mîlyonan li qadên gewr dijîn. Dagirkirina Rûsyayê ne tenê dagirkirina dewletekê ye; ew di heman demê de tê wateya windakirina bi zorê, taciz, tecawiz û veqetandina zarokên we ji we. Ji ber vê yekê, divê em aliyê mirovî di pêvajoyê de li ber çavan bigirin. Ji bo vê yekê, divê em pêşî jinan di pêvajoyê de esas bigirin. Hêzên mezin her gav li berjewendiyên xwe digerin. Aştî tê wateya jiyana bê tirs û ev tenê bi jinan dikare were bidestxistin.”
