4 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ola nû ya Erdoganland; Şamanîzm

Sernavê nivîsa min balkêş nebînin û nebêjin şamanîzm ji ku derket, nebêjin şamanîzm arkaîk e. Dema wê bûrî ye!..Biznain ku  encama çîroka sedsalî ev e û ez, bi hişmendiya  hewngirîyê haraket dikim û diaxivim.

Hişmendî fikirandin e, hewngîrî bîr e!…

Em hinekî vekin; Di dema Enver Paşa de, împeratoriya Osmanî weke Evverland dihate binavkirin. Piştî avakirina komarê, dewlet weke dewleta Kemalîstan hate bi nav kirin| piştr bu komara Şana Îsmet, piştre bi navê darbeyên eskerî hate binavkirin û navê dawî yê Tirkiyeyê, Kenan Eylûlîst bû. Niha jî Erdoganland e. Ev serdemên fetret ya  otorîter in. Sîstema  f;z’am “ttîhadî,  sedûsbîst sal in, ji fetreta otorîter rizgar nebûye.

Ev tezeke, bi taybetî mijara lêkolîner û akademisyenên kurd e. Min behsa rewşenbîrên tirk nekir, ji ber ku piştî şerê 40 salî, beşek ji întelîjansiya tirk nû nû bi hişê xwe tê, yên  din jî bi saya reîs Erdogan ji şikêftê derneketine.

Em derbas dibin; dîroka Kurdan, dîroka berxwedana li dijî hêzên dagiker e. Lê faşîzma Turk-î Turan, piştî qirkirina  6 gelan, kete rewşeke bêexlaqiyê û bi fikrê Machiavelîst,  derew, dek û dolaban bingeha polîqeya qirkirinan avakirin..

Ingilîz, Machiavelî, weke îblîs binav dikin!…

Tolstoy, Napolyon, weke nexweşê sara, dîn û serxoşê xwînê binavdike. Ewropa Hitler weke sergerdeyê kolanên Vien û dînekî sewtelî binav dikin. Italya, Mussolînî weke yekemîn pêxenberê faşîzmê bi nav dike. Li Tirkiyeyê, Erdogan jî weke nexweşê sara û sergerdeyê Kasimpaşa tê binavkirin.

Ev diktatorên cîhanê bi heman temtêlê reçeteyên îhanetkariya li dijî gelan imze kirin. Erdogan, weke keşeyên serdema şerê xaçparêziyê, reçeteyên îhanetkariyê bi ayetên Qur’anê xurt dike. Lê hêdî hêdî rastiya Erdogan û hevkarê wî Bahçelî ku misilmantiyê bêhtir, şamanîst in eşkere dibe.

Ev jî weke rewşek merezî û nexweş tê dîtin…

Freud jî van mirovan  weke mazoşîst binav dike û wan weke lîderên ku textê desthilatdariyê ji bo qirkirina gelan bikaranîne tewanbar dike. Yanî cenewarên ku zembereke dîrokê girtine destên xwe û paşerojên mirovaniyê kirine dojeh. Kîler- midbexa siyasetê jî lewitandine.

Berî çend rojan rapora salane ya Rêxistina Çavdêriya  Mafên Mirovan  HRW, ji 740 rûpelî hate eşkere kirin. Di nava 100 welatên cîhanê de Tirkiyê, yek ji welatên ku zêde  mafên mirovan lê hatine binpêkirin e, dadgeh siyasî bûne, medya jî hatiye bêdeng kirin, muxalefet tê bêdeng kirin û girtin.

HRW, Tirkiyê nasnake û weke saziyeke mafên mirovana gerdunî jî haraket nake. Mixabin!..

Eger HRW, dîroka Tirkiyê û serdema paşayên Îttîhadî û mîratzadeyên we naskiribane, ew ê rastiyên li Tirkiyê bibînin û kiryarên qirêj baştir rêz bikirane. Dadgehên Tirkiyê li ser bingeha Dadgehên Îstiklalê, ku Mustafa Kemal di nameya ji Lenîn re şiyandina û behsa wan dike hatine avakirin. Sed sal in ku dadgehên Tirkiyê bi navên cûda û siyasî kar dikin. Di nava sed salî de 30 carî bi gelerî, sed carî bi komî kurd û gelên li Tirkiyê hatine qirkirin.

HRW, Tirkiyê nasnake û   rapora xwe jî, bi sernavên di çarçoveya sîstema  netew-dewletên kontrayî de amade dike. Eger HRW,  di rapora xwe de behsa Osman Kavala û Can Atalay dike, pêwiste balê bikişîne ser “Krîterên Venedîk” û li dijî Desturnameya Tirkiyê  ku li dijî van kîreteran e, ligel saziyên navneteweyî bikevê nava tevgerê û Tirkiye mecbur bike ku desturnameya demokratîk amade bike. Eger vê nekê, wê nikaribe  rastiyên li Tirkiyeyê bibîne  û bêje, ev kiryar encama siyaseta  faşîzma dewşîrmeyan a  sedûbîst salan e. Wê nikaribe, komkujiyên weke demxeya demokrasî û nirxên gelên Rovayî yên li Parîsê, bike rapora xwe.

HRWe jî, weke  CPT û Konseya Ewropa, bi lewaziya siyaseta Machîavelîst  kar dike.

Polîtîka bi ziman (gotinê) tê kirin û dewam dikim; Mixabin e ku, paşeyên Îtîthadî, ronahiya roja gelan tefandin û findikek jî pênexistin. Sîstema yek zilamî ya Erdogan jî, 22 sal in ku wek delaliyê xefletê, cehalet kûr fereh dike û hêdî hêdî oleke nû li welat serdest dike. Ev jî “şamanîzma arkatîk e” û dixwaze bike bingeha ola Îslamî. Ev şikestîka harî mezin a Erdogan û Bahçelî ye û ahenga jiyanê dikujin.

Erdogan, ji hemû padîşahên împeretoriya Osmanî paşverûtir e. Padîşahên Osmanî Kurd û Kurdistan înkar nekirin, Lê Erdogan inkar dike. Rastiyeke din jî ew e ku padîşahên Osmanî, xwedî perwerdeyek bilind bûn. Çend ziman zanîbûn. Erdogan perwerdeyeke bilind ne dîtiye, pirtûkan naxwîne, ji bilî zimanî Rumên Derya Reş zimanekî din jî nizane. Qur’anê jî di rengê ezber de dizane.

Em ji bîr nekin; desthilatdariya AKP/MHPê, jiyana  hevreyî  û îdeala meşrû ya herî baş a aştiya li Tirkiyeyê, pêşî erê kirin,  piştî ku peymana Dolmabahçe hate ragihandin,  bi zexta kontrayên tarî yên dewletê, peyman  red kirin. Bi vî rengî muqedesata ahlakê rojane û siyasetê têkbirin.

Hunê bêjin, muqadesata ahlakê rojane û siyasetê tu caran li Tirkiyê  serdest nebûye. Ev rast e. Lê divê em ji bîr nekin ku hevdîtinên ji bo çareseriyê encama şerê çil salî û hewldanên Ocalan bûn û destpêka yekem car a rû bi rû mana bi Beynanameya Mafên Mirovan û vegera li Desturnameya yekemîn a Komara Tirkiyê  (1921) bû.

Rewşenbîriya tirk ku  xwedî  teorîk nîne, heta îro dijberiyek baş nîşan nedaye.

Rewşenbiriya kurd jî li gorî dihate xwestin ev mijar nekire rojevê.

Cîhanê, Hitler ji sedema ku pirtûk şewitandin, mahkum dike, lê li dijî  Erdogan ku  pirtûkên kurdî qedexe dikin, di fabrîqeyên kaxezan de dikine hevîr, siyasetmedarên kurd di girtîgehan de dirîzine, duçarî êşkenceya dijwar a tecrîdê dike, deng nake. Gelo ev ne kuştina“exlaqê niyetê”  û kuştina “exlaqê netîcê” ye?  Ev pirs jî, li Ewropa neynika  siyaseta  îşkdayî ya Machiavelist e, li Tirkiyê jî neynika  Ziya Gokalp û  Nihal Adsiz û hwd ne.

Bi taybetî li Tirkiyeyê, ev hişmendiya ji qewlên îdeolojk dûr, di xwîna dewşirmeyên ku îro komara Tirkiyeyê  rêvedibin de  pingeha ye, zanist parçe kiriye û bûye ola “qelaç-bozkirên” Moxolistanê.

Divê gelê kurd, zanibe ku cihê tesadufê di dîrokê de gelekî hindik e, Erdogan jî ne berhemê vê tesadufe jî be, di destpêkê de, ji sedî 99 rewşenbîrên li Tirkiyeşê û Bakurê Kurdistanê xapandin.

Lê Tevgera Azadiya Kurd,  rastiya ku dîrok bi gelê rêxistinkirî tê nivîsandin zû eşkere kir, Divê werê zanîna ku ti têkiliya serdema Erdogan, bi diyalektîkê re tune ye.

Em bêjin: demek dirêj  e ku, dîrokzanên tirk bi pênûsa xwe û bernameyên di televizyonan de, senarîst û rejîsorên sinemeya tirk jî, bi rêzefilmên dîrokî  şamanîzmê  derdixine pêş û weke bingeha îslamê dikine rojevê. Wekî her polemîkê, şamanîzmê jî di eniya siyasî de bi devê Dewlet Bahçelî dikine  rojevê. Ev hespê Troya ye, felaket û hezîmet e.  Fikrê Ziya Gokalp, “eregenekon” û fikrê Nihal Adsiz “”orhun” e û dixwazin zembereka dîrokê   di sedsala duyemîn de jî bikin destên xwe û rastiyên ezel û ebed veşêrin.

Di 11mîn salvgera komkujiya yekemîn a Parîsê de, dibin ku siyaseta Machîavelist a Fransa kurdan dixapîne. Kurd, êdî  nikarin bi fantaziyên Ewroipa, bi dilojerê, xewnên lehengî û pehlewaniya bavûkalan  xwe bixapînin. Bila romannivîs û çîrokbêj van lehengî û pehlewaniyan binivîsin. Ev baş e. Lê  di qadên jiyanê û eniya siyasî de, tehamula gelê kurd ku careke din li derî dîrokî bimîne nîne.

Faşîzma sedsalê  tirsê belav dike. Lê ji hevgirtinek diyalektîk û estetîkî dûr e û mirov dikare bi kompleksa Fîravunî binav bike. Hêzên dîsîplîne yên azadiya kurd, nefes li  faşîzma dewşrîme çikandine û gav bi gav ber bi azadiyê dimeşîn. Divê gelê kurd, weke mîratzadeyên aryatîk, li dijî “kampa dewşirme Erdoganland” ku  bi sêva sor  ber bi şamanîzma gunehkar ve diçe, têbikoş e.