26 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

OHDê ji bo mîtînga Hêvî û Azadiyê banga tevlîbûnê kir

OHDê diyar kir ku "Parastina mafê hêviyê parastina aştiyê ye" û ji bo mîtînga 4ê Çileyê ya li Amedê banga tevlîbûnê kir.

Têkildarî mîtînga “Hêvî û Azadiyê” ku wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 4ê çileyê de li Qada Stasyonê ya Amedê pêk were, Şaxê Amedê yê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî li avahiya komeleyê pêk hat û gelek hiqûqnas beşdar bûn.

Hevserokê Şaxê Amedê yê OHDê Mûhîttîn Mûgûç daxuyanî da û got, “Aştî, civaka demokratîk û avakirina jiyana wekhev êdî mecbûriyeteke siyasî û hiqûqî ye ku nabe bê taloqkirin. Heta ku zemîna hiqûqî ya edaleta civakî û çareseriya demokratîk û aştiyê neyê avakirin, li Tirkiye û Rojhilata Navîn nepêkane ku rizgarî ji krîzên siyasî, civakî û mirovî çêbibe. Ya ku îro pêwîstî pê heye pîvan e ne îstîsna ye, avakirina pergaleke ji mafên mirovan e, ne kêfiyet e.”

Di dewama daxuyaniyê de işaret bi biryara “Mafê Hêviyê” ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hate kirin û hate bibîrxistin ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo bicihanîna vî mafî destnîşan kir ku ji Komîsyona Meclîse dikare sûd bê wergirtin.

OHDê diyar kir ku li gel vê yekê jî ne li Meclîsê ne jî li nava Komîsyona Meclîsê li ser mafê hêviyê nîqaş nehate kirin û got, “Di vê demê de kuk komîsyon rapora hevpar li ser pêvajoyê amade dike, hem ji aliyê siyasî hem jî ji aliyê hiqûqa navneteweyî û destûra bingehîn ve işaret bi pêşniyar an jî îradeyek ji bo çareseriya qanûnî ya mafê hêviyê nehatiye kirin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku meclîs berpirsyar e ku guhertinên qanûnî bêyî derengmayinê bike û bi vî rengî mafê hêviye ewle bike û li ser bingeha hiqûqa azadiyê sererastkirinên qanûnî bike.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Weke ku Birêz Abdullah Ocalan got, Pîvana Hêviyê gaveke ku divê dewlet biavêje. Divê ev bagaj bê rakirin. Ev yek meseleyeke ku bandorê li hezaran mirovî dike.”

OHDê ragihand ku bicihanîna mafê hêviyê, pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bidawîkirina rewşa dervehiştina kurdan li derveyî hiqûqê û avakirina hiqûqa entegrasyona demokratîk mercên bingehîn ên aştiya rasteqîn û mayinde ye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku mîtînga 4ê çileyê ya li Qada Stasyonê ya Amedê bê lidarxistin wê ji bo xurtkirina îradeya çareseriya demokratîk û aştiyê bibe bangeke girîng a cemaweriyê û hate gotin, “Mîtîng ji bo wê yekê tê kirin ku serweriya hiqûqê li ser bingeha pîvanên azadî û rûmeta mirovahiyê avakirina civaka demokratîk weke daxwazekê nîşan bide, her wiha bi xurtî bilêv bike ku aştî tenê bi ewlekirina azadî û mafên mirovan li ser zemîneke hiqûqî dikare pêk were.”

Di daxuyaniyê de bi navê OHDê hat xwestin ku mafê hêviyê tavilê bi cih bê anîn û banga tevlîbûna li mîtînga 4ê çileyê hat kirin. Di daxuyaniyê de hate banga xwedîderketina li hiqûq û aştiyê hat kirin û hate gotin, “Parastina mafê hêviyê parastina aştiyê ye.”