Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn, di dawiya sala 2022’yan de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabû û xwestibû beriya doza girtinê ya li HDP’ê hatiye vekirin bê dîtin hesabê wê yê alîkariya xezîneyê bloqe bike. AYM’ê duh vê serlêdana Şahîn nirxand û biryar da ku bi awayekî demkî hesabê HDP’ê bê bloqekirin. Piştî vê biryarê gelek bertek hatin nîşandan. Di vê çarçoveyê de Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî li avahiya xwe daxuyaniyek da û biryarê şermezar kirin.
Gelek parêzer tev li daxuyaniya OHD’ê bûn. Di daxuyaniyê de Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Amedê Parêzer Ozum Vûrgûn axivî. Parêzer Ozum Vûrgûn, destnîşan kir ku demeke dirêj e zext li ser HDP’ê hene û bi bîr xist ku herî dawî hesabê wê yê alîkariya xezîneyê hat bloqekirin û ev tişt gotin: “Daxwaza astengkirina hesabê xezînê ya ku di 13.12.2022’an de ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind ve hatibû kirin, ji aliyê Dadgeha Destûra Bingejhîn ve bi biryara navberê ya di 05.01.2023’an de hat qebûlkirin. Dadgehê heman tedbîra ku di doznameya ji bo girtina HDP’ê de hatibû xwestin, red kiribû. Ev biryara înfazê ya ku ji hincetên hiqûqî bêpar e û mafê parastina daxwaza girtinê ji HDP’ê re nîne bi awayekî aşkera li dijî Destûra Bingehîn e.”
Vûrgûn, di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya xezîneyê ya ji bo partiyên siyasî û ev tişt gotin: “Alîkariya xezîneyê ji bo partiyên siyasî mafek e û ji bo xebatan jî karek girîng e. Ev biryar biryareke ku dê bi awayekê nehiqûqî bandorê li esasê dozê bike, guh nede xalên zelal ên Destûra Bingehîn. Li gorî xala 149/3 ya Destûra Bingehîn divê ku biryar bi dengên ji 3’yan 2’yê endamên dadgehê bihata girtin. Lê dadgehê bi 8 dengên erê û 7 dijber biryar daye. Ev di hêla usûlê de dijqanûnî ye.”