Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 332’yemîn de berdewam e. Bi mebesta piştgiriya bi malbatê re, îro ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, hevserokên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Îlknûr Alcan û Bunyamîn Şeker û çendek parêzerên din çûn serdana malbatê.
Di çalakiyê de hevseroka OHD’ê Îlknûr Alcan axivî û da zanîn ku ji bo piştgiriya bi malbata Şenyaşar re hatine ber edliyeyê. Alcan got ku îktîdar guh nade biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û wiha domand: “Li welatekê ku dadgeh biryarên Dadgeha Qanûnsaz (AYM) û DMME’yê pêk nayîne, nobeta vê malbatê hêviyê dide hiqûqnasan. Nobeta dayika Emîne, hêvî da malbata Gulistan Doku jî. Ji Wanê heta Amed û Stenbolê, malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş li edaletê digerin û nobeta edaletê digirin. Mixabin, ji ber ku dadgeh edaletê pêk nayînin, îro em hewl didin daxwaza xwe ya maf û edaletê bi nobetan pê bidin qebûlkirin. Me heta niha li cem malbata Şenyaşar cih girt û îro şûnde jî em ê li cem wan bin. Ji bo hemû malbatên li edaletê digerin em ê parêzertiya xwe bidomînin.”
Piştre jî Ferît Şenyaşar axivî û destnîşan kir ku dê têkoşîna xwe bidomînin. Şenyaşar ji bo serdanê, spasiya parêzerên OHD û Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kir.
Dayika Emîne Şenyaşar jî qala zextên heta niha li wan hatine kirin bo parêzeran kir û got; ‘Kanê edalet û dilrehmî?”