Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin û nayê berdan li Baroya Amedê di 16’ê mijdarê de dabûn destpêkirin, di roja 31’an de didome. Serdanên ji bo malbatan jî didomin. Îro jî rêveberên rêxistinên HDP û DBP’ê yên Amedê serdana malbatan kirin. Di serdanê de Hevserokê HDP’a Hezroyê Alîhan Kûşlû axivî û diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji nêz ve dişopînin û got: “Em ê piştgirî bidin çalakiya malbatan.”
Xizma girtiyan Hasîne Guler jî diyar kir ku di nav du rojan de 2 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane û ji bo ku li girtîgehan mirin çênebin bang li herkesî kir ku piştgiriyê bidin wan.
Piştî serdana HDP û DBP’ê Komîsyona Girtîgehan a Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û rêveberên şaxên OHD’ê yên Mêrdîn û Rihayê jî serdana malbatan kirin. Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navenda Giştî OHD’ê Yûsûf Çakas, di serdanê de axivî û diyar kir ku piştî mirinên girtiyên nexweş qalkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji bo wan zor e û got: “Girtiyên nexweş tên kuştin. Di hefteyekê de 4 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Ev girtî hatin kuştin. Ev jî nîşan dide ku nobet çiqas mafdar e.”
Ji xizma girtiyan Herdem Merwanî jî axivî û bal kişandin ser mirina 4 girtiyan û ev tişt anîn ziman: “Hin tişt ji me re pir giran tên. Di nav hefteyekê de me 4 hevrêyên xwe winda kir. Dibine nexweşxaneyê, 17 rojan di bin şertên giran de di hucreyê de dihêlin. Qaşo wê baş bikin. Lê terkî mirinê dikin. Divê êdî em dengê xwe bilintir bikin. Ne tenê peywira baroyên li vir û ÎHD û OHD’ê ye. Ev pirsgirêka tevahiya Tirkiyeyê ye û divê herkes xwedî derkeve.
Xizma girtiyan Încî Guler jî bang li malbatan kir ku bi awayekî hêz tevlî çalakiyê bibin. Piştî axaftinên hatin kirin xizmên girtiyan çalakiya xwe ya îro bi dawî kirin.