Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Omer Ocalan, bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re bike serî li Serokkomariyê da. Parlamenterê DEM Partiyê Ocalan ê bi rêya faks û posteyê serî li Sekreteriya Giştî ya Serokkomariyê da, destnîşan kir ku Abdullah Ocalan nikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike û xwest malbat û parêzer karibin biçin Îmraliyê û hevdîtnê bikin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê têkildarî serlêdana Serokkomariyê agahî dan û wiha got: “Mixabin li ser birêz Abdullah Ocalan 41 meh in tecrîdek girankirî berdewam dike. Tirkiye bi vê tecrîdê hemû zagonên neteweyî û navneteweyî binpê dike. Em jî wekî xizm û malbata Rêzdar Ocalan serî li rayedaran didin. Hefteya borî min serî li Wezareta Dadê da. Duh jî ji bo hevdîtin pêk bê me serî li Serokkomariyê da. Me serî li hemû saziyên ku mafên mirovan eleqeder dike, yên zagon û makezagonê eleqeder dike da. Em serî li hemû saziyan didin. Heta niha parêzerên malbatê jî gelek caran serî li van saziyan dane. Parêzeran ji dadgehên jêr heta jor serî li hemû dadgehên eleqeder dane. Parêzerên me serî li hemû astên dadgehan dane. Lê mixabin heta niha tu encamek erênî derneketiye.”
Tecrîd siyasî ye û ev siyaset bandora neyînî li Rojhilata Navîn dike
Omer Ocalan da zanîn ku wan herî dawî serî li Serokkomar da û wiha axivî: “Ev serlêdan û têkoşina malbat û parêzeran a ji bo hevdîtin pêk bê dê berdewam bike. Têkoşîna me ya ji bo şikandina tecrîda li ser Rêzdar Ocalan dê bidome. Em baş dizanin ku tecrîda li ser Birêz Ocalan ne girêdayî qanûn û zagonan e. Ne meseleyek hiqûqî ye. Bi temamî meseleyek siyasî ye. Ev meseleya siyasî mixabin li Kurdistan, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bandorek neyînî dike. Di siyasetê de hişkbûn heye. Vê siyasete her tixt xetimandiye.”
Li her derê qaos heye
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan bal kişand ser sedema xetimandina siyasî û wiha pêde çû: “Ev xetimandin çavkaniya xwe ji tercîda li Girava Îmraliyê digire. Ev xetimandina siyasî ji Girava Îmraliyê belav bû û niha bandora xwe li Rojhilata Navîn, Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike. Li her derê qaos heye. Dema bêhiqûqî û bêzagonî pêş dikeve bandora xwe li her derê dike. Em jî wekî malbat û biraziyê Rêzdar Ocalan ji destê me çi bê em dikin û jina û şûn de jî em ê bikin. Lazim e tecrîda li ser Rêzdar Ocalan bi dawî bibe û malbat û parêzer karibin hevditinê bikin.”