15 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Abdullah Ocalan ji eşîrên ereb re name şand

Abdullah Ocalan ji bo eşîrên li herêmên Cizîr, Dêrazor, Reqa û Tebqayê peyamek şand û got: “Ji ber bingeha xwe ya dîrokî, ez piştgiriyê didim xwişk-biratî û tifaqa gelên kurd û ereb.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo serokeşîrên ereban ên li herêmên Cizîr, Dêrazor, Reqa û Tebqayê peyamek şand û got: “Ez piştgiriyê didim xwişk- biratî û hevbendiya gelên kurd û ereb, ji ber bingeha wê ya dîrokî heye.”

Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha ye:

“Ji şêx û rûspiyên eşîrên herêmên Cizîrê, Dêrazor, Reqa û Tebqayê re

Dostên hêja;

Destpêkê ez bi kêfxweşî, hezkirin û rêzdarî we silav dikim.

Yekitî û piştgiriya we ji kurdan re li ser bingeha pergala neteweya demokratîk xwedî wateyeke mezin e.

Hûn bi vê yekitiyê bingeheke dîrokî ya nû ya xwedî baweriya bi têkilî û hevbendiya di navbera gelên ereb û kurd de ava dikin.

Di dilê dîrokê de, di navbera her du gelên kurd û ereb de têkilî hene. Di kûrahiya dîrokê de her tim dostanî û biratiya di navbera gelên ereb û kurd de li pêş bû. Heta ev dostanî, di dema derketina Îslamê û belavbûna wê bi serkêşiya pêxember Mihemed de, hişt ku piranî kurd bi hêsanî tev li ola Îslamê bibin. Sedema sereke, têkiliyên xurt ên di navbera her du gelên kurd û ereb de ye. Ev têkiliyên xwişk-biratî yên di navbera her du gelan de piştî Îslamê bi çend sedsalan, dewam kir û bi pêş ket.

Ev yekitiya ku hûn îro bi rê ve dibin ji aliyekî ve dîrokî ye û ji aliyekî din ve jî civakî ye. Her wiha xwedî bingeha siyasî ye jî, ji lewre ev helwest û yekitiya li Sûriyeyê xwedî girîngiyeke mezin e û wateyek mezin didimê. Ez piştgiriyê didim xwişk- biratî û hevbendiya gelên kurd û ereb, ji ber bingeha wê ya dîrokî heye.

Li ser vê bingehê, me xwe bi pêş xist û me perspektîfên li ser bingeha xwişk-biratiyê û neteweya demokratîk danî. Divê giştî wekhev bin, azad bin, bi hev re bijîn, xwe bi xwe bi rê ve bibin. Divê li ser vê bingehê wekhevî û edalet bê avakirin. Divê kurd û ereb bi hev re bin. Ev jî bi piştgiriya we ji HSDê ve girêdayî ye. Piştgiriya we ji HSDê re xwedî girîngî û wateyek mezin e.

Dostên hêja;

Hûn dikarin roleke girîng û dîrokî di avakirina Sûriyeya demokratîk, ewle, yekgirtî û adil de bilîzin. Girîng e ereb, kurd, suryan-asûrî û her kesê li ser vê xaka pîroz in ji bo vê biratiya dîrokî tev bigerin.

Ez bi vê hêvî û baweriyê we hembêz dikim.

Careke din we tevan bi rêzdarî silav dikim.

Di jiyana we de tenduristî û serketinê dixwazim.

Silavên dostane û biratî

28/7/2025

Abdullah Ocalan

Girtîgeha Îmrali.”