13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ocalan: Em bi hever Modernîteya Demokratîk ava bikin

Li Amedê Newroz ji aliyê sedhezaran ve bi coşek mezin tê pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de Hevserokê HDK’ê Cengîz Çîçek peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwend. Ocalan di peyama xwe de got: “Em bi hevre bi zanebûn û vîneke xurt Modernîteya Demokratîk ava bikin.”

Newroza Amedê ku bi dirûşma “Dema Azadî û serkeftinê ye” tê pîrozkirin, di serê sibê di bin barana zêde de dest pê kir. Di saten nîvro de qata Newrozê tijî bû û bi sedhezaran li qadê kom bûn. Piştî rêzgirtinê û pêxistina agirê Newrozê coşa gel zêde bû. Di Newrozê de nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên di demên berê de ji bo Newrozê kiribûn hatin xwendin. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek nirxandin xwend.

Nirxandinên Rêberê PKK’ê wiha ne:

“Silav ji Gelê Kurd re ku ji gelên herî qedîm ên vê xakê ye, Newroz watedar kiriye û ji quntarê çiyayên Zagros û Torosan heta newalên çemên Dîcle û Firatê; ji xakên Mezopotamya û Anatoliyayê yên pîroz heta şaristaniyên çandinî, gund û bajaran re DAYIK’tî kiriye!

Silav ji kesên rêya mezin a azadî û wekhevî ji xwe re kirine rêber,

Gelê Kurd û civakên din ên xwişk-bira ku bi hezaran salan ev şaristaniya mezin bi nîjad, ol û mezhebên cuda re jiyaye. Hewldan hatiye dayîn ku bi zextên siyasî, mudaxileyên derve û li ser esasê berjewendiyên komî berê wan bidin hev û pergalên heq, hiqûq, wekhevî û azadiyê esas nagirin di nav wan de bên avakirin.

Bi şerên fethê yên di du sedsalên dawî ve, bi mudaxileyên hêzên emperyalîst ên rojavayî ve hewldan hatiye dayîn ku ferasetên zextker û înkarger bên avakirin, civakên erebî, tirkî, farisî û kurdî weke netewe dewletên biçûk dabeş bikin û di nava sînorên xeyalî û pirsgirêkên sunî de bifetisîne.

Polîtîkayên zext, tunekirin û pişaftinê yên ku bingeha xwe ji modernîteya kapîtalîst a sedsala dawî digirin; hewldanên komeke elît a îktîdarê ya bijarte ku tevahiya dîrok û hiqûqa xwişk-biratiyê înkar dike îfade dike. Avakirina erdnîgariyên etnîk û yekneteweyî, berhemeke ji hedefên modernîteya kapîtalîst a dermirovî ye ku esl û cewhera me înkar dike.

Gelên Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn êdî şiyar dibin. Li xwe û eslê xwe vedigerin. Ji bo avakirina pergaleke modernîteya alternatîf û demokratîk bingeha xwe ji cewhera dîroka rasteqîn digire di nava lêgerînê de ye. Êdî dixwaze li ser koka xwe dîsa zindî bibe, mil bide milê hev û raber ser pêyan.

Me, bi dehan salên xwe tenê ji bo îspatkirina hebûna gelê kurd bi navê yekperestiyê tune dihat hesibandin feda kir, me bedelên mezin dan. Tu fedekarî û têkoşîna ji bo vê hatiye dayîn vala neçûn. Gelê kurd careke din xwebûna xwe ya cewherî û nasnameya xwe bi dest xist. Paradîgmaya modernîst a ku tune dihesibîne, înkar dike û cihêkariyê dike serûbin bû.

Di salên 1973’yan di rojeke Newrozê de em bi biryardariya berxwedaniya ji bo parastina hebûna kurdan ên li ber tunebûnê û ji bo azadiya wan derketin rê, me ruhê berxwedan-azadiyê yê Newrozê jinûve zindî kir û heta îro anî.

Komploya navneteweyî ya li dijî şexsê min, li dijî ruhê azadiyê yê gelê kurd hate kirin. Komploya ku di pêvajoya Îmraliyê de jî li min hatî ferzkirin, mîna ya li gelê min hatibû ferzkirin bû ku bi qasî misqalê jî hêvî nedihişt. Di rojên ewil ên li Îmraliyê de di min nêrîneke wiha çêbûbû; ‘Ma hûn dê bi milyonan kesan di odeyeke biçûk û teng de çawa ragirin! Bi rastî jî weke Rêbertiya Gelê Kurd, di şert û mercên zindanê de min xwe kiribû senteza bi milyonan û yan jî wisa bi min kiribûn.

Di rewşeke ku mirov nikare xwe li ber dûrmayîna ji malbat û zarokên xwe bigire, gelo dê min çawa bikariya demekî dirêj xwe li ber dûrmayîna ji milyonan kesên heta mirinê bi hev ve hatine girêdan ragirta!

Diviyabû sedemên min ên pir mezin hebûna ku min bikariya xwe li ber tecrîdê ragirta û di tecrîdê de jî bim bikarim jiyaneke mezin raber bikim. Ez vê difikirîm; ji bo daxwaza jiyana azad bikim divê civaka kurd a girêdayî wê me jî azad bibe û xwedî statûyeke civakî be. Lê belê jiyana kurdan, ji zindaneke reştarî ya dora wê bi dîwaran hatiye dorpêçkirin xerabtir bû.

Bi dehan sala ye ez hewl didim Aqilekî Kurd ê jiyana azad, mirovê azad û di nava lêgerîna civaka azad de tevdigere ava bikim. Lê belê hêj jî me nekariye xwe ji prangayên xwe azad bikin. Kurdên di vê rewşê de xwe li derve azad dibînin, xwe pir mezin dixapînin. Jiyaneke di bin serdestiya xeletî û derewê de derbas dibe, jiyaneke hatiye windakirin e û rastî xiyanetê hatiye. Encama min ji vê derxistî ev bû; li derve tenê bi şertekî dikare were jiyîn, ew jî divê kurd di her bîst û çar saetên rojê de di nava şerê ji bo hebûna kurdan û azadiyê de be. Ev yek bi vê pêkan e. Jiyan, ji bo kurdeke biexlaq û birûmet teqez tenê bi şerê bîst û çar saetan ê ji bo hebûnê û Şervantiya Azadiyê pêkan e.

Girêdayî jiyana min a li Îmraliyê, yek ji mijara ku gelê me mereq dike jî ew e ku heke ji girtîgehê derkevim dê li ku û çawa bijîm.

Ez kesekê zêde xeyalperestiyê dike nînim. Divê baş bê zanîn ku ez xwedî şêwazekî jiyanê yê jê re Rastiqîniya Şoreşger tê gotin im. me. Ez pir bi kurtasî bibêjim ku ji bo min jiyan, heke azad were jiyîn pêkan e. Jiyana mirovan tenê heke ji hêla civakî be azad be, tenê dikare di nava cudahiyan de wekhev û demokratîk were jiyîn. Şêweyên jiyanê yên derveyî vê, derketina ji rê ye û nexweşî ye.

Wê demê heke weke îxtîmal ez ji girtîgehê derbikevim; ez li ku derê jî bim, ez di kîjan kêliyê de jî bijîm dê heta dawiyê bi gotin û şêweyê çalakiyê di nava têkoşîneke domdar de bim.

Di nava çar dîwaran de jî ez her roj deh caran xwe têk dibim, xwe nû dikim û şoreşan pêk tînim. Her pirsgirêkeke civakî ez weke sedema deh şoreşan dinirxînim. Yên ku îro li derve ne, yên ku derfet-mercên wan hene hûn in. Ji Amedê re, ji Botanê re û ji gelek cihên din re min silavên xwe şandibûn. Lê belê divê bê zanîn ku ya girîng ew e bê ka bersiveke çawa ji vê silava min re hatiye dayîn!

Mesele heke ez bûma, ji gundê min heta Çiyayê Cûdî, quntarê Çiyayê Cîloyê, derdora Gola Wanê, çiyayên Agirî, Munzur û Çewligê, qeraxên Firat, Dîcle û Zapê, deştên Riha, Mûş û Îdirê, rêya min bi ku derê biketa, dê mîna ku tofaneke tirsnak pêk hatibe û ez jî ji Keştiya Hz. Nûh daketibim tevbigeriyam, mîna reva Hz. Îbrahîm a ji Nemrûdan, mîna reva Hz. Mûsa ya ji Fîrewnan, mîna reva Hz. Îsa ya ji Împaratoriya Romayê re û mîna reva Hz. Muhammed a ji nezaniyê ji mordernîteya kapîtalîst bireviyam, ji van kesayetên dîrokî û rastiyên civakî hêz bigirta û min dest bi kar û bar bikira.

Ez we li ser esasê van fikran; ji hêla beden, ruh û li ser bingeha felsefeya hebûnê we tevan vedixwînim ku em bi hev re, bi zanebûn û îradeyeke têrker bimeşin û Modernîteya me ya demokratîk ava bikin.

Silav ji kesên hêz didin azadiyê re,

Bi hezkirin û silavên bêdawî ve..

Bijî Newroz!

Abdullah Ocalan”

Pîrozbahiya Newrozê bi stranên hunermendan û axaftinan didome. Herîkîna qada Newrozê jî bê navber didome û girse her diçe zêde dibe.