Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Wan û Meletiyê di çarçoveya “Çalakiyên ji bo aştiya civakî û azadiyê” de bi gel re civiya. Di civînan de li ser peyamên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan nîqaş hatin kirin û gel pêşniyarên xwe kir.
Çalakiya li Wanê li Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya Baroya Wanê hat lidarxistin. Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz axivî û got: “Gelê Kurd di qonaxeke dîrokî de ye. Şerê Sêyemîn ê Cîhanê li dilê Kurdan didome. Lewma berxwedan û têkoşîna Kurdan girîng e. Gelê Kurd li Rojhilata Navîn xwedî alternatîf û paradîgmayê ye. Xwediyê vê paradîgmayê jî birêz Ocalan e. Ev felsefe roj bi roj mezin dibe.”
Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tayîp Temel jî bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û ev tişt anî ziman: “Rojhilata Navîn hêj jî qada sereke ya hevrikiya hêzên kûrewî ye. Bloka bi pêşengtiya DYA’yê ji bo Îsraîlê bike hêzeke sereke û mayinde, di nava tevgerê de ye. Li Rojhilata Navîn şer û krîz kûr dibe û bi şerê Îsraîl-Filistînê, rageşiyê di navbera Îran-Îsraîlê û hevsengiyên nû yên li Sûriyeyê derbasî qonaxeke nû dibe. Êrişa Hamasê ya di 7’ê Cotmehê de hevsengiyên li Rojhilata Navîn serûbin kir. Ji vê dîrokê ve Îsraîl ne tenê bi bersivê re bisînor ma, her wiha stratejiya herêmê bi temamî guherand. Tevî DYA û Ingilistanê ji bo bisînorkirina Îranê, ji bo hêza wê ya êrişê ya li herêmê bişikîne, polîtîkayeke sîstematîk meşandin. Qonaxa vê ya din jî dê bibe Iraq ku rageşiyeke bi heman rengî dê biqewime û herî dawî jî gavên li dijî Îranê dê zelal bibin. Pirs, ne ew e bê ka ev pêvajo dê biqewime yan na, pirsa esasî ew bê ka ev pêvajo kengî û dê çawa biqewime.”
Pirsgirêka Kurd
Temel, anî ziman ku li Rojhilata Navîn pêvajoyeke mezin a veguherînê heye û wiha got: “Meseleya Kurd a li Tirkiyeyê rê li ber nîqaşên nû vekiriye. Daxuyaniyên Devlet Bahçelî û hevdîtinên bi birêz Ocalan re, ne tenê encama siyaseta navxweyî, her wiha encama geşedanên li herêmê jî ye. Zêdetirî 10 sal in tecrîdeke giran li ser birêz Ocalan heye. Guherîna vê polîtîkayê, encama têkoşîna gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ye. Niha careke din hate dîtin ku dewlet nikare bi polîtîkayên tundiyê û zextan birêve bibe. Ev rewş dike ku îktîdar mecbûr bibe hinek gavan biavêje. Ya girîng ew e bê ka pêvajo dê çawa teşe bigire. Heke hevdîtinên bi birêz Ocalan re veguherin pêvajoyeke muzakereyan, heke daxwazeke wiha hebe, divê ev pêvajoyeke zelal be û derdorên civakî jî tev li bibin. Birêz Ocalan dixwaze ev hevdîtin li Meclisê bên domandin û yekser bi partiyên siyasî re were axaftin. Ev pêşniyar, ji bo pêvajo bi tendurist bidome pir girîng e. Êdî dema wê ye ku Tirkiye bi meseleyên xwe yên esasî re hevrû bibe. Di serî de meseleya Kurd, pêkan e ku çareseriyeke demokratîk a azadiya gelan, baweriyan û jinan esas digire çêbibe. Rêya vê jî mîna birêz Ocalan got, divê ji zemîna tundî û pevçûnan derbasî zemîna diyalog, muzakere û siyaseta demokratîk bibin.”
Temel, axaftina xwe wiha domand: “Hinek derdor û nivîskarên li Tirkiyeyê bi zanebûn rastiya birêz Ocalan di çarçoveya çek û tundiyê de digirin dest. Weke ku tekane rol û muxatabiya birêz Ocalan ev be. Ev ne nirxandineke rast e. Nirxandineke pir kêm e. Birêz Ocalan, rexneyên pir dilwêrek li feraseta îktîdarê ya dewletperest a klasîk û li reel sosyalîzmê kiriye û li dijî vê teoriyeke civakî pêşniyar kiriye. Pêşengek e. Civaka demokratîk weke modêleke wekheviyê pênase kiriye û ev fikr di nava gelê Kurd de hate qebûlkirin. Bi rêya pirtûk û fikrên xwe çareseriya pirsgirêkên li Tirkiye û Rojhilata Navîn nîşan daye. Birêz Ocalan 26 sal in girtî ye û li giravekê di tecrîdê de ye lê dîsa jî tu caran ji gotina xwe nehat xwarê û pêşniyarên çareseriyê yên nûjen kir.
Niha jî ji bo azadiya gelê Kurd û gelên binpdest projeyeke çareseriyê pêş dixe. Bi vê modêlê re tola gelên bindest ji pergala kapîtalîst distîne. Ya girîng û sereke jî, gavê îktîdar û dewlet dê biavêje ye. Di vê mijarê de helwest û bizava hêzên demokratîk, siyasî û civakî girîng e. Ji 7 salî heta 70’ê salî gelê Kurd bi birêz Ocalan bawer e û li pişt îradeya çareseriyê ye. Ev, di heman demê de pêvajoyeke têkoşînê ye.”
Ji bo aştiyê hevdîtin girîng e
Rêxistina DEM Partiyê ya Meletiyê jî bi gel re civîn li dar xist. Civîn, di bin konteynira ku weke avahiya rêxistina bajar tê bikaranîn de hat lidarxistin. Endama MYKa DEM Partiyê Hamîde Yuksel, endama PM’ê Sabuha Akdag, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û welatî tev li bûn. Li eywana civînê pankarta “Bi civaka rêxistinkirî ber bi jiyana azad ve” hat daliqandin. Ji ewil deqeyek rêz hate kirin û piştre jî Hevserokê DEM Partiyê yê Meletiyê Ahmet Ercan axivî. Ercan, got ku ji bo civakîbûna aştiyê ev hevdîtin girîng in.
Civîn, bi nirxandinên têkildarî pêvajoya siyasî, pêşniyarên beşdaran û rexneyên wan bi dawî bû.