12 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ocalan: Beşdarbûna hemû beşên civakê ya pêvajoyê pêwîstiyeke jiyanî ye

Parlamenterê Rihayê Omer Ocalan ê ku li Îmraliyê hevdîtin kir got, "Birêz Ocalan got ku ji bo ku pêvajo bi tenduristî bimeşe 'beşdarbûna hemû beşên civakê ya pêvajoyê pêwîstiyeke jiyanî ye'."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê tê girtin, di çarçoveya serdana malbatê de bi wasiyê xwe Mazlum Dînç û Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Rihayê û birzaiyê xwe Omer Ocalan re hevdîtin kir.

Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar, Ergîn Atabey û Zekî Bayhan ên li Îmraliyê tên girtin jî di çarçoveya serdana malbatê de bi malbatên xwe re hevdîtin kirin.

Omer Ocalan ê ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî, derbarê hevdîtinê de li ser hesabê xwe yê Xê parvekirin kir. Omer Ocalan ev tişt parve kir: “Îro, wekî malbatê li Girtîgeha Îmraliyê me bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî. Birêz Ocalan hêvî û biryardariya xwe ya ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê diparêze û got ku ji bo ku pêvajo bi tenduristî bimeşe ‘beşdarbûna hemû beşên civakê ya pêvajoyê pêwîstiyeke jiyanî ye’.”