Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Kordînasyona Karûbarên Mirovî (OCHA) der barê rêvebirina Afganistanê de raporek amade kir. Li gor rapora ku hatiye amadekirin Talîban ji roja ku hatiye ser kar heta îro 470 fermanan derxistiye. Ji wan fermanan 79 jê raste rast li dijî jin û zarokên keç in.
Li gor OCHAyê zextên li ser jin û zarokan di nav sala borî de zêde bûne û ev rewş qada aborî û civakî ya Afganistanê guhertiye.
OCHAyê di rapora xwe de got qedexeya perwerde û xebatê ya li ser jinan nahêle ku jin tev li nav jiyanê bibin. Ji gor raporê tevlibûna rêjeya jinan a kar ji sedî 6 e. Herwiha hat ragihandin ku ev qedexeyên heyî tundiya li ser jinan jî zêde dikin.
OCHA di berdewama rapora xwe de got ku Afganistan ji bo salên pêş me jî yek ji welatên ku dê herî zêde bi binpêkirinên mafan re rû bi rû bimîne ye.
Di rapora OCHAyê de hat gotin ku jin û zarokên keç ji ber zayenda xwe rastê tundiyê tên. Di raporê de hat diyarkirin ku rewşa ewlehiya zarokan li gor sala borî xerabtir bûye, zewaca di temenê biçûk de û hejmara zarokên karker zêde bûye.
Par hejmara zarokên ku hatine zewicandin (yên ku hatine ragihandin) 323 bûye û îsal ev hejmar bûye 746.
