Nivîsgeha Kar û Barên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hîna jî ji bo 40 hezar kesên ku li 215 navendên rewşên awarte dimînin, zehmet e.
Nivîsgeha NYˈyê diyar kir ku ji ber wê rewşa ewlehiyê 2 hefte ye karmendên wê nikarin xwe bigihînin bajarên Kobanê û Minbicê.
Nivîsgehê her wiha destnîşan kir ku rewşa tevlihev a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên mirovî asteng dike.
Nûnerê NYˈyê Sûriyeyê Geir Pedersen gotibû nedîtina çareseriyeke siyasî di navbera HSD û komên çekdar ên girêdayî Dewleta Tirk de encamên xirab ji bo tevahî Sûriyeyê bi xwe re bînin.
komên çekdar ên girêdayî Dewleta Tirk piştî ku 8ˈê Kanûnê Minbicê dagir kirin, bi desteka artêşa Tirk êrîşên dagirkirinê li dijî gundewarên Kobanê pêk tînin. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û şervanên YPJˈê bersiva êrîşan didin.