20 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

NY: Divê demildest cezayê li Pexşan Ezîzî hatiye birîn bê betalkirin

Hejmarek ji pisporên mafên mirov ên di nava Neteweyên Yekbûyî de ne, bang li Îranê kirin ku demildest cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatiye birîn, bê betalkirin.

Nerazîbûnên li dijî erêkirina cezayê darvekirina girtiya siyasî ya kurd Pexşan Ezîzî zêde dibin. Di vê çarçoveyê de hejmarek ji pisporên mafên mirov ên Neteweyên Yekbûyî der barê erêkirina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî de daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de bang li Îranê hat kirin ku demildest cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatiye birîn, bê betalkirin. Herwiha ji rejîma Îranê hat xwestin lêkolînê der barê îşkence û bêdadiyên tên kirin de bê kirin û dawî li çewisandin û hedefgirtina çalakvanên jin bê anîn.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Pexşan Ezîzî ji bo bi darê zorê îtiraf bike, di jêr îşkenceya derûnî û fîzîkî de hatiye hiştin û demek dirêj rê nehatiye dayîn bi parêzer û malbatê re hevdîtin bike. Herwiha ji bo bi zorê îtiraf bike, gelek endamên malbata wê hatine binçavkirin.”

Di dawiyê de jî hatiye diyarkirin cezayê ku li Pexşan Ezîzî hatî birîn asta bilind a çewisandin û bêdengkirina jinan nîşan dide.