Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî Filippo Grandi li xer X’ê daxuyaniyek da û got, “Ji ber êrîşên hewayî yên Îsraîlê zêdeyî 100 hezar kes ji şêniyên Lubnan û Sûriyeyê derbasî Sûriyeyê bûn. Koçberî dewam dike.”
Roja Şemiyê saziya penaberan a NY ragihandibû nêzî 50 hezar kes reviyayê Sûriyeyê. Ev jî nîşan dide ku di nav du rojan de hejmara kesên reviyane du qat zêdetir bûye.
Çavkaniyên UNHCR’ê diyar kirin ku ji sedî 80 ê van kesan xelkê Sûriyeyê ne ku li welatê xwe vegeriyane, ji sedî 20 jî lubnanî ne ku neçar mane ji welatê xwe birevin.
Roja Yekşemê Bernameya Cihanê ya Xurekê ya NY (WFP) ragihand ku ji bo alîkariya nêzîkî mîlyonek kesê li Lubnanê operasyonek lez dane destpê kirin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî maseya qeyranê avakiriye ji bo kesên ji ber êrîşên Îsraîlê vedigerin welatê xwe bi awayek ewle bi cih bikin.