Platforma Konfederasyona Sendikaya Karkerên Cameweriyê (KESK) ji bo kesên ku bi rêya KHKê ji karê xwe hatin dûrxistin, bi şîara “Em ê karê xwe paşve bistînin” ji Amedê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kir. Meş dê 5 rojan berdewam bike. Meşa kedkarên Cemaweriyê ku ji Amedê dest pê kir, dê bi dorê ji Riha, Semsûr, Dîlok, Edenê û Mersînê ve bidome û li Enqereyê bi dawî bibe.
Beriya meşê meşvan di destpêkê de li Qada Şex Seîd a Amedê kom bûn û heta edliya Amedê meşiyan. Di meşê de pankarta “Li dijî bêhiqûqî em dimeşin” vekirin û dirûşma “Bijî Berxwedana Kedkaran” berzkirin. Di meşê de Hevserokê Giştî yên KESKê, parlamenterên partiyên siyasî, endam û rêveberên KESKê û gelek kes amade bûn. Girse dema ku hat pêşiya edliya Amedê daxuyanî dan. Hevseroka Şaxa BESê ya Amedê Guneş Ozel daxuyanî da.
Guneş Ozel diyar kir di ser OHALê re 7 sal borîn, bê bandora vê hêj jî berdewam dike û got: “Dema OHALê 125.612 kes bi rêya KHKê ji karê xwe dûr hatin xistin. 4259 ji wan girêdayî sendikayên KESKê bûn. Piştî van îxracan gelek kesan jiyana xwe dest dan. Hin ji wan paşê biryara vegera kar hat danîn. Lê tu berpirsiyar nehat darizandin.”
Guneş Ozel destnîşan kir ku îro darazî di bin destê desthilatdariyê de ye û ev tişt got: “Tu mafê sendikayî tune ye. Ji bo na wê em li Amedê heta Enqerê dest bi meşê dikin. Em ê daxwazê xwe bikînin Meclisa Bilind a Tirkiye yê û Wezareta Dadê. Em dibêjin faaliyetên sendîkayî ne sûc e, bila kesên KHKyî vegerin li ser karê xwe.”
Piştî daxuyaniyê Hevserokê Giştî yê KESKê Ahmet Karagoz axivî û diyar kir ku wan heta îro dengê xwe bilind kir lê nehat bîhistin û wiha axivî: “Gelek hevalên me hatin îxrackirin. Lê sedem nehat gotin. Em li vir dibêjin ji bo ku em li dijî şer in, ligel gelê kurd in, ji bo faaliyetên sendîkayî em hatin îxrackirin. Gotin qey dê KESK bitirse, lê li pêşiya wan KESK heye, îro ev dîmen vê nîşan dide.”
Piştî daxuyaniyê meşvan ber bi Rihayê ve rê ketin.