12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nûnerê Iraqê yê NY’ê: Israîlê serweriya Iraqê binpê dike

Nûnerê Iraqê yê li Neteweyên Yekbûyî Ebas Kazim Ubeyd di civîna NY’ê de ragihand ku Israîlê di dema êrîşa li ser Îranê de serweriya Iraqê binpê kiriye.

Nûnerê Iraqê yê li NY’yê Ebas Kazim Ubeyd di civîna Neteweyên Yekbûyî de, têkildarî binpêkirina serweriya Iraqê ya ji aliyê Israîlê ve axivî.

Ebas Kazim diyar kir ku Israîlê di dema êrişa li ser Îranê de serweriya Iraqê binpê kiriye û heta niha Konseya Ewlekariyê ya NY’ê ti pêngavek ji bo ragirtina êrişên Israîlê neavêtiye.

Her wiha Ebas Kazim diyar kir ku wan berî niha jî hişyarî li ser berdewambûna nêzîkatiyên şerxwaz ên Israîlê dabû.

Hêjayî gotinê ye roja 26’ê Cotmehê Îsraîlê bi rêya bi dehan balafirên şer êrişî ser Îranê kiribû û gelek cih bombebaran kiribû. Li gor daxuyaniya artêşa Îsraîlê wan gelek navendên çêkirina balafirên bê mirov û muşekan hedef girtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa dewleta tirk hem bi bejahî û hem bi hewayî her roj serweriya Iraqê binpê dike lê di wî warî ti bertek û nerazîbûnên bi vî rengî ji alî rayedarên Iraqê ve nehatine kirin.