Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) di 30’ê Çile de Parlamenta Ewropayê bi navê “Jinûve avakirina civaka êzidî ya di bin gefa qirkirinê de ye” konferansek li dar xist. Piştî konferansê li Parlamentoya Ewropayê çend hevdîtin kirin. Berdevka SMJÊ’yê Nûjiyan Gunay li ser naveroka konferansê û serdanên Parlamentoya Ewropayê nirxandin kir.
Nûjiyan Gunay, diyar kir ku divê herêma Şengalê di asta navneteweyî de bê naskirin û got: “Ji bo mexdûrên qirkirinê jî xwest, tedbîrên şênber bêne wergirtin. Modela xweseriya demokratîk a li Şengalê ji bo çareseriyê modeleke. Ji bo mexdûrên qirkirinê karibin jiyana xwe jinûve ava bikin, divê alîkariya madî bê kirin. Ji bo pêşîgirtina li êrîşan divê qada hewayî bê girtin. Kiryarên qirkirinê divê di asta navneteweyî de bêne darizandin. Divê êzidîtî weke olekî cuda bê qebûlkirin.”
Nûjiyan Gunay der barê armanca konferansê û serdanên parlamentoya ewropayê pirsên rojnameya me bersivandin. Pirs û bersîv wiha ne:
We li Ewropayê konferansa Jinên Êzidî pêk anî. Di serî de armanca vê konferansê çibû?
Berdevka SMJÊ’ê Nûjiyan Gunay: Belê wek tê zanin, li ser erdnigariya Rojhilata Navin, li wargeha Êzdiyan Şengal di 3’ê Tebaxa 2014’an, di şexsê jinên êzdî de hêzên DAIŞ’ê û hevkarên wan fermana 74’an pêk anî. Em hemû dizanin ku wê demê çi wahşet û hovitî hat serê jinên êzidî. Ez pêwistiyê bi dûbarekirinê nabînim. Jinên êzîdî di dîrokê de bi hezarên salan li Kurdistan û Rojhilata Navîn bûye parazvana çand, ziman û nasnameya êzdatiyê ya Nasname/Netewa Kurdistanê. Li ser vê kevneşopiya dîrokî îro jî jinên êzidî ji aliyê bîr, bawerî û nasnameya civakê ve bi rola xwe radibin barekî giran e. Lê pir Piroz e. Lewma jî xwestin vê jenosîd û femîncîde bi hevre di şexsê jina êzîdî de pêk bînin da ku êzidayetîye ne tenê bi jenosîda fîzîkî tune bikin. Xwestin ku koka Kurdistanê ji binî ve rakin. Îro pişti fermanê, îradeya ji pola hatiye avakirin, ku rê li ber fermana siberojê digire.
Di encama têkoşîn û berxwedana 10 salên borî de şervanên kurd çeteyên DAIŞ’ê tek birin û dest bi pêngava rizgarkirina jin û zarokên dilgirti kirin. Ev pêngav hêj jî didome. Bi hêza cewherî êzidî bi gelê li heremê re sazi û dezgehên xwe ava kirin. Dest bi xebatên ji nû ve avakirinê kirin. Da ku Şengal bibî wargehek ewle. Ji bo vê yekê jî di asta navneteweyî de pêwistî bi pêngavên şênber hene.
Dema em pirsên wekî ‘Dewletên ku Fermana 74’an wek jenosid qebûl kirin, divê çawa bi erkên xwe yên mirovî û hiqûqî rabin?’ û ‘Bi çi rê û rêbazan divê Şengal ji nû ve ava bibê û statuya Şengalê ya xweser wê bandorek çawa li herêmê bike?, Ji bo aramî, azadi û wekheviye navbera jin û mêr de, wê çawa xwişk û biratiya gelê li heremê pek werê?’ dipirsin; Qebûlkirina Xweseriye Şengalê, ji bo siberoja azad û aram dibe hêvî ji bo her kesî.
Li ser van esasan konferansa me bi navê “Şengal-civakek di bin metirsiya qirkirinê de. Ji nû ve avakirin dibê misogeriya aştiya li Rojhilata Navin” di 30’ê Çile a 2024’an li Parlamena Ewrûpayê (PE) ya Bruksela Belçîkayê pêk hat. Konferansa me rojekê berdewam kir.
Di vê konferansê de mijar-babetên derketin pêş çibûn? Çi hat niqaşkirin?
Berdevka SMJÊ’ê Nûjiyan Gunay: Qebulkirina Xweseriye Şengalê, erkên mirovî û hiqûqî yên dewletên ku fermana 74’an qebûl kirine ye. Ji nû ve avakirina Şengalê, metirsiya li ser civaka êzidî, hem li welat û hem jî li derveyî welat, erka dewletên ferman qebûl kirine ye. Hêzên navneteweyî ji bo azadkirina dilgirtiyên di destê DAIŞ’ê de berpirsiyar in.
Neteweyên Yekgirtî, Parlamentoya Ewropa (PE) û gelek meclisên neteweyî, hovîtiya li Şingalê pêk hat, wekî qirkirin qebûl kirin. Divê di pratîkê de jî erkên xwe yên mirovî û hiqûqî pêk bînin. Divê rêxistinên navneteweyî lêkolînan bikin. Ev di raporê de jî hatine diyar kirin. Divê qirkirin û qirkirina Jinên êzdî bi fermî nas bikin, da ku hemû dewlet û sazî qirkirinê nas bikin û ji bo darizandina berpirsyaran bikevin nava liv û tevgerê. Ji bo azadkirina bi hezaran jin û zarokên êzidî yên ku hîna jî di destê DAIŞ’ê de ne, divê xebateke navneteweyî bê kirin. Gelê êzidî, ku ji ber fermana 74’an neçar man cih û warên xwe biterikînin û di nava şert û mercên gelekî dijwar de dijîn, ji bo ku careke din vegerin ser axa xwe; divê astengiyên heyî bên rakirin.
Divê mayinên li wargehên ji aliyê çeteyan ve hatine danîn bên paqijkirin. Divê bajarê wêrankirî yê Şingalê ji nûve bên avakirin. Di serî de dewleta tirk, derbarê wan welatên ku piştgirî dan rêxistina terorê DAIŞ’ê, divê lêpirsîn bê vekirin û bên darizandin. Lê ev pêk nehatiye. Ev yek ne bi tenê şermek e. Di heman demê de rê li ber komkujiyên nû jî vedike.
Em girîngiyê didin rapora Komîteya Edaletê ya Êzidiyan (Yezidi Justice Committe -YJC) a bi navê ‘Berpirsiyariya Dewletê û Qirkirina Êzidiyan’ a di tîrmeha 2022’an de weşandin. Konferans, dewletên ku fermana 74- wek jenosîd qebûlkirin silav dike û banga wan dike ku êrîşên îro bidestê dewleta tirk pêk tên bi rêya sîyasî, dîplomasî û hiqûqê bide sekinandin. UN û Parlamena Ewropa (PE) divê bilez û bez li ser trîbûnal, forum an jî dadgehek navneteweyî bûyerên 2014 û bûyerên li ser êzidîyan lekolîn bike û berpirsiyarên ku komkujiyan ê li ser êzidiyan ferz dike darizîne. UN, hikumeta Iraqê û PE dike ku konseptên berdewamiya tunekirina êzîdîyan ji ber berjewendiyên jeostratejik bi peyamana 9’ê Cotmehê wek konsepta berdewamiya jenosîd û femînîcîd betal bike û çareseriyê li gel sazî û rexistinên êzîdiyên li Şengalê pek bîne. UN Women û komîsyona jinan a Komîsyona Yekitiya Ewropa (YE) divê welatên jin û keçên Ezîdî lê hatine firotin bi lekolînên taybet wana tespît bike û li dijî wan gavên huquqî bavêje. Parlamena Ewropa divê roja 3’ê Tebaxê wek roja femînîcîd a li ser jina penase bike da ku di peşerojê de komkujiyên li ser jinan di nava hesabên jeostratejîk û jeopolîtîk de neyinkirin. Dewletên ku fermana 74’an a dijî êzîdiyan pêk hatiye wek jenosîd qebûlkirine ji bo avakirina êzîdîxan a xweser di nava sînorên Iraqa federal de statûye mafê çarenûs- statuya Êzîdîyan misoger bikin. Ji bo ku êzidî bi ewlekarî bikarin li cîh û warên xwe, li Êzîdîxanê ya ku di 2014’an de hatibû xirakirin bijîn; pewîstiya avakirina binesaziyê heye. Destgirtina Êzîdiyan û bi taybet jinên êzîdî di kampên li Başûrê Kurdistanê wek dîlgirtina êzidiyan destdigre û divê KDP dest ji gef û dîlgirtina êzidiyan berde û bihêle xelkê Şengalê vegerê ser çîh û warên xwe. Divê firînên balafiren şer li ser Şengalê qedexe bike. Divê kontrolkirin û rawestandina êrîşên balafirên bi çek ên bê mirov li dijî sivîlan pêk bîne. Divê hemû qedexeyan û krimilezekırına li ser siyaset, xwerêveberî û rêxistinên kurd û berxwedana ji bo azadiya Şengalê weke ‘çalakiyên terorîstî’ li Ewropa û cîhanê werin betalkirin.
Divê UNESCO çand û bermahiyên dîrokî yên êzidiyan weke Mîrateya Cîhanî bipejirîne û ji bo parastina wan mekanîzmayên navneteweyî yên pêwendîdar re bixebite. Civaka êzidî li çar aliyên Kurdistan û Cîhanê nebûye xwedî nasnameya olî. Divê baweriya Êzdatiyê fermî di serî de li Iraqê û tevahiya cihanê werê qebulkirin û ji bo vê hewildan bên kirin.
Kî beşdarî vê konferansê bû.
Berdevka SMJÊ’ê Nûjiyan Gunay: Fermandar Hêza Şengalî û Suham Dexil Reşo ji Şengalê, wekî şahidên hovitiye 3’ê tebaxa 2014’an û di heman demê de nasnameya îradeya Jina êzidi ku piştî fermanê hat avakirin bûn. Dîsa kesên beşdar bûn: Parêzer û şêwirmenda hiqûqa ceza ya navneteweyî û mafên miroavan; Rêvebera şêwirmendiya mafên mirovan û pirsgirêkên zayendî; Zanyar û rojnemevan; Zanyar û Lêkoliner; Siyasetmedar û pisporê mafê mirovan beşdarî konferansê bûn.
Piştî konferansê Heyeta Jinên Êzidî li Parlamentoya Ewropayê serdana parlamentoyê kir. Dîsa hin hevdîtin kirin. Heyeta we kî ziyaret kir. Di van serdanan de çi hat niqaşkirin. Çi hat xwestin?
Berdevka SMJÊ’ê Nûjiyan Gunay: Piştî konferansa me ya jinan li Parlamentoya Ewropayê (PE) heyeta me ya Şengalê bi Hêza Şengalî û Suham Reşo li Parlamentoya Ewropayê bi Hevserokê Koma Çep li Meclîsê re Martin Schirdewan û Parlementer a Partiya Çep Ozlem Demirel û Parlamenter a EFA Ana Miranda re hevdîtin pêk anîn.
Hevdîtin li ser rewşa Şengalê û li ser xalên di konferansê de hatin armanckirin, pêk hat.
Parlementera berê ya HDP Feleknas Uca, Berdevka SMJÊ Nûjiyan Gunay (ez) û Hevseroka NAV- YEK ê Çîçek Yildiz jî li ser mijarên civaka Êzidîyan li Almanya û bi giştî li ser rewşa koçberên Şengalê rawestîyan. Em qebûl nakin ku ev êrîşa sîstematîk a ku li ser xelkê Şingalê hatiye kirin; heta niha ji aliyê tu dewlet û saziyan ve bi tundiya pêwîst nehatiye nirxandin û berpirsyar nehatine aşkerekirin. Her çend statûya Şingalê ne diyar bû jî, di 3’ê Tebaxa 2014’an de Şengal ji aliyê îdarî ve di bin berpirsyariya hikûmeta navendî ya Iraqê û asayîşa wê jî di bin berpirsyariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bû. Tevî vê yekê jî, di vê êrîşa Qirkirin/Jinkujiyê de berpirsyariya her du desthilatdaran (Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê) hîn nehatiye nîqaşkirin û ronî kirin.
Rayedarên Parlamentoyê hûn çawa wêşwazî kirin. Bi giştî serdanên we çawa derbas bûn?
Berdevka SMJÊ’ê Nûjiyan Gunay: Rayedarên Parlamentoyê em bi dilgermi pêşwazî kirin û piştevaniya xwe ya pêsarojê anîn ziman. Bi giştî serdanên me bi serkeftî derbas bûn û em karin bejin, kar û xebatekî berfireh li pêşiya me ye.