Nûçegihanê Ajansa Welat Ronî Rûbar Îmen ê ku ji bo şopandina nûçeyan diçû Herêma Kurdistanê beriya 3 rojan li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hatibû binçavkirin. Piştî 3 rojan şevê din li Midûriyeta Polîsan a Şirnex îfadeya Ronî Rûbar Îmen hate girtin. Vê sibehê Ronî Rûbar Îmen sewqî Dadgeha Şirnexê hate kirin û ewilî îfade da dozgeriyê. Dozger, rojnameger Ronî Rûbar Îmen bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” û “endamê rêxistinê ye” ku were girtin sewqî dadgeriyê kir. Piştî îfadeya dozgeriyê Ronî Rûbar Îmen birin dadgeriyê.
Li Dadgeha Cezayên Sulhê ya Şirnexê îfadeya Ronî Rûbar Îmen hat girtin. Ronî Rûbar Îmen li dadgeriyê bi biryara şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat hate berdan. Dê Ronî Rûbar Îmen di çarçoveya şertê kontrola edlî de her roj biçe qereqola polîsan îmze bide.