Nûçegihanê Ajansa Welat (AW) Nedîm Orûç ku dema duh li Taxa Nûr a navçeya Cizîrê ya Şirnexê nûçe dişopand ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin, birin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê. Nedîm Orûç ê ku polîsan ew bi lêdanê binçav kiribûn piştî kar û barên nexweşxaneyê birin Midûriyeta Polîsan a Cizîrê. Bêyî ku derbarê Nedîm Orûç de kar û barekê bikin, ew birin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê.
Li aliyê din jî ji ber binçavkirina nûçegihanê Ajansa Welat (AW) Nedîm Orûç gelek bertek hatin nîşandan. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî dîmenên binçavkirina Nedîm Orûç de wiha got: “Nûçegihanê Ajansa Welat Nedîm Orûç bi lêdanê hate binçavkirin. Em binçavkirina hempîşeyê xwe ya di dema şopandina nûçeyê de şermezar dikin û dixwazin demildest were berdan. #rojnamegerînesûce.” Gelek rojnameger, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî jî binçavkirina nûçegihanê Ajansa Welat (AW) Nedîm Orûç li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal parve kirin û bertek nîşanî binçavkirina Nedîm Orûç dan.
