Me dîsa ji we re çend tiştanokên (mamik) xweş amade kirine. Em bi hêvî ne ku dîsa li gorî dilê we bin. Bi malbatî dîsa van mamikan ji hev bipirsin û tasekê ji kaniya da û dapîran, bav û bapîran vexwin.
1- Mamê mino mamanî
Garana mama, girte çema, sibê rabû yek jî nema.
kî dizane ev çi ye?
2- Mamê mino mamanî
Giya dixwe bizin nîne, hêka dike mirîşk nîne, wek kevir e kevir nîne
3- Mamê mino mamanî
Guyê mêşê ye xwarina axa û
paşê ye
Bersivên me ev in:
1- Stêrk
2- Kûsî
3- Hingiv
Çavkanî: Hilmî Akyol