10 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

NPG: Biryara agirbestê ya PKKê ji bo hemû hêzên me derbasdar e

Di çarçoveya banga Rêber PKKê Abdullah Ocalan û biryara agirbestê ya PKKê de,  NPGê bi daxuyaniyekê aşkara kir ku biryara agirbestê ya PKKê ji bo hemû hêzên wan darbasdar e

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) di çarçoveya banga Rêber PKKê Abdullah Ocalan de bi daxuyaniyekê bersiv da biryara  agirbestê ya ku  ji aliyê PKKê ve hatibû ragihandin. NPG, diyar kir ku biryara agirbestê ya ku Partiya wan  PKKê girtiye, ji dîroka 1ê Adara 2025ê pê ve derbasdar e, ji bo tevahî hêzên wan derbasdar e.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) di talîmata bi sernavê “Ji hemû Hêzên Parastina Gel re” ev tişt diyar kirin: “Di çarçoveya banga dîrokî ya Rêber Apo de biryara agirbestê ya ku Partiya me PKKê girtiye, ji dîroka 1ê Adara 2025an pê ve derbasdar e, ji bo tevahî hêzên me derbasdar e. Hemû fermandarî û yekîneyên eleqedar divê li hemberî biryara ku Partiya me girtî re hesas nêz bibin û bi awayek temam pêk bînin. Bêguman li hemberî êrîşên ku çêbibin xwe parastina hêzên me û di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva pêwîst dayîn mafekî bingehîn e. Hêzên me li hemberî êrîşên domdar xwedî mafê mîsîllemeyê ne jî. Bi taybetî ev biryar li gel hêzên me yên ku li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ne, ji bo hemû tîmên fedaî yên taybet erkdar in û hemû yekîneyên otonom, yekîneyên parastina cewherî yên weke MAK, YPS û hwd. jî derbasdar e û divê herkes vê pêk bîne. Hemû pêkhateyên ku xwedî xisleta tevgera otonom in, divê li gorî vê biryarê li ser esasê xwe parastinê ji nûve xwe bi cih bikin. Di vê pêvajoya girîng de tu hêzên me divê di tedbîran de sistbûnê jiyan nekin û di bin her şert û mercê de tedbîrên xwe yên parastinê xurt bigirin. Di vê pêvajoya dîrokî de ji bo di xeta Rêber Apo de sekn û têkoşînek têrker pêş bixin, divê hemû HPG û yekîneyên girêdayî wê hestiyar bin û bi berpirsyar tevbigerin. Li hemberî rewşên provakatîf ên dibe ku çêbibin divê bi tedbîr bin û li hemberî van rewşan baldar bin. Em bawerin hemû heval li hemberî vê biryarê bi berpirsyar nêz bibin. Li ser vî esasî hemû fermandar û şervanan silav dikin, serkeftinê dixwazin.”