7 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Nobeta li ser sînorê Kobanê didome

Çalakiya nobetê ya ku li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Pirsûm-Kobanê hatibûn destpêkirin, didomin.

Çalakiya nobedê ya li navçeya Pirsûs a Rihayê ku li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin, di roja 8an de didome. Çalakiya nobetê ya bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar, hevşaredarên DEM Partiyê, nûnerên DEM Partiyê û DBPê yên bajaran dest pê kir. Nûnerên saziyên sivîl, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê û gelek kes beşdarê nobeta îro bûn.

Girse serê sibê derbasî qada nobetê bû û bi tilîlî û dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” dest bi nobetê kir. Tevî hewaya sar û baranê jî girseya gel li dora agirê ku pêxist nobeda xwe didomîne. Îro endam û rêveberên DBP û DEM Partiyê yên Çinar û Bajarê Rihayê hatin ser sînor û piştgirî dan çalakgeran.