13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parlamenterên HDP’ê :“Bila li Îmraliyê hiqûq bikeve meriyetê”

Ji bo ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe, bi birêz Abdulah Ocalan re muzakereyên aştiyê bên destpêkirin û gavên pêwîst werin avêtin, em ê têkoşîn û piştevaniya xwe bidomînin.

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi mebesta ku Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan bikaribe bi parêzerên xwe re hevdîtinan bike dest bi Nobeda Edaletê kiribûn. Çalakiya parlamenteran di roja 13’an de didome. Parlamenter Kemal Bulbul, Serpîl Kemalbay, Erdal Aydemîr, Mûrat Çepnî, Kemal Pekoz, Celadet Gaydali û Nûran Îmîr di roja 13’an a Nobeta Edaletê de li Deriyê Dîkmenê yê Meclisê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de dovîzên “Bila li Îmraliyê hiqûq bikeve meriyetê” û “Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye” hatin hilgirtin.

Rewşê tarîtir dikin

Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay diyar kir ku ji bo balê bikişînin ser tecrîd û sepanên dijdemokratîk çalakiya xwe didomînin û wiha got: “Li pêşiya me hilbijartin heye. Yek ji krîtîktirîn hilbijartinên Tirkiyeyê ye. Lê rewşeke nediyar li pêşiya Tirkiyeyê ye. Rizîbûna heyî roj bi roj zêdetir dibe, cînayetên siyasî tên kirin û ev rizîbûn ji jor heta jêr li tevahiya dewletê belav bûye. Balkişandina ser vê rewşê girîng e. Yek ji sedemên bingehîn ên rizîbûna heyî, nelirêtî, xizanî, bêedaletî, zext û tundiya heyî jî polîtîkaya şer û neçareserkirinê yên îktîdarê ne. Bloka faşîst a AKP-MHP’ê ji bo ku desthilatdariya xwe bidomînin, rewşa tarî ya li Tirkiyeyê roj bi roj tarîtir dikin.”

Balkişandan ser tiliya MÎT’ê

Bi domdarî Kemalbay jinên ku hatine qetilkirin bi bîr anîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro 9’ê Çileyê anku salvegera Komkujiya Parîsê ya ewil e. Di sala 2013’an de li Parîsê 3 siyasetmedarên jin hatin qetilkirin. Di vê komkujiyê de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemezê jiyana xwe ji dest da. Gelek delîl derketin holê ku tiliya MÎT’ê di vê komkujiyê de heye. Lê belê dewleta Fransayê ev dosya girt û li Tirkiyeyê jî der heqê vê dosyayê de tu lêpirsîn nehatin kirin. Her wiha di 5’ê çileya sala 2016’an de siyasetmedarên jin ên kurd Sevê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar li Silopiyayê hatin qetilkirin. Sedema van komkujiyan jî îktîdarên siyasî ne ku siyasetmedarên jin û tevgerên siyasî yên kurd weke dijmin dibînin. Ev komkujî ji bo çavtirsandinê tên kirin û ji ewil jî jin hedef tên girtin. Bi vê yekê re dixwazin rola jinan a di veguherandina siyasetê de tune bikin. Her wiha nîşaneya tirsa wan e.”

Jin parçeyeke guherînê ne

Kemalbay, axaftina xwe wiha qedand: “Hem li cîhanê û hem jî li Kurdistanê jin dibin parçeyeke guherînê. Têkoşîna ku li Îranê bi Jîna Emînî dest pê kir û dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ îro li tevahiya cîhanê belav bûye. Êdî ev dirûşm ne tenê dirûşma azadiyê ya kurdan e lê bû dirûşma azadî û edaletê ya hemû jinan e. Ev jî nîşan dide bê ka têkoşîna jinan çiqas gerdûnî bûye.

Yên ku di sala 2013’an di dema pêvajoya aştiyê de 3 siyasetmedarên jin qetil kirin, ji bo ku daxwazên hêzên demokrasiyê bê deng bikin van êrişan organîze dikin. Dê bi van êrişan nekarin bi me paşve gav bidin avêtin. Ji bo ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe, bi birêz Abdulah Ocalan re muzakereyên aştiyê bên destpêkirin û gavên pêwîst werin avêtin, em ê têkoşîn û piştevaniya xwe bidomînin.”