7 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Nobeda li ser sînor didome

 Çalakiya nobetê ya li dijî êrîşên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Pirsûs-Kobanê hatiye destpêkirin di roja 9emîn de didome.

Çalakiya nobetê ya li dijî êrîşên Dewleta Tirk û koma wê ya paramîlîter SMOyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Pirsûs a Rihayê û Kobanê hatiye destpêkirin di roja 9emîn de didome.

Çalakî, bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) hatiye destpêkirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li çalakiya îro bûn.

Welatiyên ku di saetên zû yên serê sibehê de hatin ser sînorê Kobanê, dest bi nobetê kirin. Li cihê nobetê pankarta bi nivîsa “Nazim û Cîhan rûmeta me ye” ku wêneyên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên di 19ê Kanûnê de ji hêla Dewlet Tirk ve bi SÎHAyan hatin kuştin li ser bû û pankarta “Rojava rûmeta me ye” hatin hilgirtin. Berxwedana çalakvanan a li ser sînor didome.