Malbatên girtiyan, bi armanca ku girtiyên nexweş û girtiyên înfazê wan hatine şewitandin ên nayên berdan, bên berdan û ji bo binpêkirinên mafan bi dawî bibin 14 roj in li Baroya Amedê Nobeda Edaletê berdewam dikin. Di nava rojê de gelek kes û sazî serdana malbatan dikin. Di nobedê de îro jî Ji malbatên girtiyan Feyzîye Kolakan, Hasîne Guler, Reşahat Ada, Încî Guler, Hakki Boltan û Rabîa Ataş amade bûn. Her rojê saziyeke civakî serdana malbatan dike. Îro jî saziya Komeleya Çand û Huner a Dîcle Firatê serdana malbatan kir. Endama Komeleyê Ceylan Ekîn anî ziman ku suce girtiyan tune û li dijî neheqiyê tekoşiyane û wiha got: “Ji ber vê yekê divê her kes piştgiriyê bidin têkoşîna malbatan.”
Piştre ji malbatên girtiyan Rabîa Ataş axivî û wiha got: “Keça min Şivekar Ataş a 26 salî di 2014’an de li Mûşê hatê girtin. Dadgeh 15 sal ceza daye keça min. Li Girtîgeha Mûşê hefteyek ma piştre ew şandin Girtîgeha Sîncanê. Salekê li wir ma ji wir jî şandin Girtîgeha Tarsusê. Herî dawî jî ew birin Girtîgeha Bakirkoyê.”
‘Keçamin nayê dermankirin’
Rabîa Ataş bal kişand ser nexweşiya keça xwe jî û wiha lê zêde kir: “Bi keça min re nexweşiya dil heye. Her ku diçe xiraptir dibe. Keça min nayê dermankirin. Ez dixwazim ku keça min berdin û li cem min bê dermankirin. Bila di nava zilma wande nemire.”
‘Cezayên girtiyan qediya ne lê nayên berdan’
Ataş anî ziman ku girtiyên cezayên wan qetiyane nayên berdan û wiha lê zêde kir: “Di odeya keça min de hevalên wê yên ku cezayên wan qediya ne jî nayên berdan. Tu sedem tune. Dixwazin girtîgehan li girtiyan bikin gor.”
‘Em dest bidin hev’
Rabîa Ataş herî dawî bang li her kesî kir û wiha got: “Zarokên me li dijî zulmê li berxwe didin. Em li dijî zilmê hêrs dibin. Divê em dest bidin hev. Bila hemû malbatên girtiyan tev li vê çalakiyê bibin. Zarokên me li ber çavên me dihelin. Werin li zarokên xwe xwedî derkevin.”