12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

 ‘Nobeda Demokrasiyê’ ya li ber şaredariya Esenyurtê didome

'Nobeda Demokrasiyê' ya ku Partiya Gel a Komarê (CHP) piştî girtina Şaredarê Esenyûrtê da destpêkirin di roja 4'emîn de berdewam dike û polîsan nehişt şandeya CHP’ê bikeve şaredariyê

Şandeya CHP’ê ku Alîkara Serokê Giştî yê CHP’ê Aylîn Nazlikaya û Parlamenterê Stenbolê Sûat Ozçagdaş jî di nav de bû, li ber avahiya şaredariyê kom bû û xwest bikeve hundirê avahiyê, lê belê polîsên ku bend danîn pêşiya şaredariyê nehiştin CHP’yî derbasî avahiya şaredariyê bibin.

Di navbera CHP’yiyan û polîsan de dem bi dem rageşiyê rû da. Aylîn Nazlikaya nerazîbûn nîşanî danîna bendê da û got, “Em niha karekî neqanûnî nakin. Li holê qanûn jî nîne. Hûn bi kîjan hincetê nahêlin em bikevin hundir. Em dixwazin bi vê zanibin. Em ê bikevin hundir. Îro kes wê venekişe.”

Sûat Ozçagdaş jî got, “Li vê derê bêhiqûqiyeke cidî heye. Endamên Şaredariyê yên ji AK Partiyê û şaredarê berê yê ku ev der şêlandiye dixin hundir, lê belê parlamenterên CHP’yî û endamên meclîsa şaredariyê yên CHP’ê nahêlin bikevin hundir. Rêxistina me ya partiyê, parlamenterên me li vê derê ne. Em ê giliyê midûrê emniyetê bikin ku bi rengekî nehiqûqî nahêlin em bikevin hundir.”