Salek di ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re derbas bû. Gelek geşedan çêbûn lê li ser navê çareserkirina pirsgirêka kurd hêj tiştek şênber tune ye. Ango ne desthilat ne jî dewlet rêbazeke şênber nedaniye pêşiya xwe. Ligel ku muxalefet bi giştî ne dijberî pêvajoyê ye jî, wan rêbaz û feraseteke şênber ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd dananiye holê.
Tişta sereke ku tê axaftin radestkirina çekan e. Lê heya niha tu pirsgirêkên gelan tenê bi radestkirina çekan nehatine çareserkirin. Bêguman derxistina zagonan girîng e. Lê tenê bi derxistina zagonan jî çareser nabe. Ji bo çareserî bi pêş bikeve berî her tiştî divê aliyên pirsgirêkê ji bo çareserkirinê xwedî niyeteke baş bin. Ew jî bi fêmkirin û pênasekririna pirsgirêkê pêkan e. Lê di nêzîkatiya desthilata AKPê de ev tişt xuya nabe. Alî Sînemîllî di nivîsa xwe ya Yenî Yaşamê de ji bo AKPê wisa dibêje: “Di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de heke bêjin eceleya kîjan partiyê tune ye, bêguman bersiva ‘AKP ye’ dikare were dayîn.” Gelo çima eceleya wê tune ye? Ji ber ku feraseteke çareserkirinê bi pêş neketiye.
Ramazan Ozturk jî wiha dibêje: ‘’Li quncikên cuda yên cîhanê dema min şahidiya bûyerên biêş ên ku gelan jiyane dikir, lêkolînên min ez fêrî rastiyeke girîng kirim. Heke dê aştiyeke rasteqîn pêk were, alî bêyî ‘lê’, ‘feqet’ li dor masê rûdinin; dayîna tavîzan digirin berçav û bi rastî dixwazin li hev werin.” (Yenî Yaşam, Pêvajoyên Aştiyê yên Cîhanê)
Pratîkên çareseriyê yên cîhanê tev nîşan didin ku divê di serî de îrade û niyet werin aşkerekirin. Heke ev nebe pêvajo nameşin. Heya ciyekî diçin, piştre dixitimin û rewş xerabtir dibin. Pêvajoyên hewldanên çareserkirina pirsgirêka kurd jî vê rastiyê nîşan didin. Her cara ku agirbest hatiye îlankirin ji ber ku dewlet û desthilata tirk nêzîkatiyeke rast nîşan nedaye rewş xerabtir bûye. Di sala 1993yan de piştî agirbesta yekalî ya PKKê şer gurtir bû û bi hezaran gund hatin şewitandin.
Sala 1999an, agirbest hate îlankirin, hêzên leşkerî derketin derveyî sînor. Lê ji ber nêzîkatiyên çewt ji 2004an pê ve şer li her derê belav bû. Hewldanên 2010-2011ê vala derketin û di sala 2012an de şer û pevçûn zêdetir bûn. Sala 2015an, ji ber ku Erdogan Mutabaqata Dolmabexçeyê nas nekir, pêvajo xera bû. Şerê li çiyê kete nav bajaran û bajar hatin xerakirin. Dewletê bi tank û topan bajar dan ber guleyan. Di vê pêvajoyê de mekanîzmaya darbeyê kete dewreyê. Ev 10 sal in, Tirkiye roj bi roj dikeve qeyraneke giran. Ji qeyrana aborî bigire heya qeyrana siyasî, çandî, civakî… Sedema sereke jî çaresernekirina pirsgirêka kurd e.
Çi desthilatên hatine ser kar gotine em ê PKKê di nav çend mehan de biqedînin. Lê yek jî bi ser neket. Wezîrê karê hundir ê AKPê 42 caran got ‘heta filan demê PKK diqede’. Ew ji ser kar çû lê tişta digot pêk nehat. Di dawiyê de dewletê jî qebûl kir ku bi şer PKK naqede. Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan ji bo dawî li vê xitimandinê bîne û rêyekê ji çareseriyê re vebike, bang kir ku PKK kongreya xwe bicivîne û biryara fesihkirinê bigire. Fesihkirina PKKê ji bo vekirina rêya çareseriyê bû. Lê desthilat vê ji xwe re wekî marîfetekê digire dest û wekî bêje jixwe ez serkeftî me ne hewce ye gav biavêjim.
Heke niyeta baş tune be, çi gav were avêtin jî desthilat dê ji xwe re hincetekê bibîne. Şêwirmendê Erdogan Mehmet Uçum her hefte li ser hesabê xwe yê Xê nivîsekê diweşîne. Her hefte tiştek dibêje. Behsa gelek tiştan dike, nexşerêyan dinivîse. Lê di dawiya dawî de hemû gavên ji bo çareseriyê werin avêtin bi şertan ve girêdide. Gavên werin avêtin jî ne tawîz in. Gavên demokratîkbûnê ne. Ji bo bipêşxistina demokrasiyê hewcedarî bi tu tiştî tune ye. Lê wê jî carinan bi geşedanên Suriyeyê ve, carinan bi yên Iraq û Îranê ve girê dide. Ev jî nîşan dide ku esas niyeta wan ne çareserkirina pirsgirêkê ye. Hê jî mafê kurdan ên çand, ziman, aborî û siyasî ji xwe re wekî xêrxwaziyekê dibînin. Mafên mirovî, civakî dikin mijara bazarê. Ew jî ne bes e, ji bo hinek mafan dibêjin ‘teqez nabe’.
Bahçelî, rayedar û qelemşorên desthilatê ji Tevgera Azadiya Kurdistanê re dibêjin “li gorî bangewaziya 27ê sibatê tevbigerin.” Çi dihate gotin di bangewaziyê de: “Bila PKK kongreya xwe kom bike û biryara fesihkirinê bide.” Kongre civiya biryara fesihkirin û bidawîkirina têkoşîna çekdarî da. Piştre jî merasîma şewitandina çekan hate kirin. Wekî din çi dihate gotin: “Dema ev perspektîf tê dayîn, bêguman di pratîkê de ji bo çek werin danîn û PKK were fesihkirin, hewcedarî bi naskirina siyaseta demokratîk û aliyê hiqûqî heye.” Lê ne siyaseta demokratîk hatiye naskirin ne jî zemîna hiqûqî hatiye avakirin. Her wiha di bangewaziyê de dihate gotin ku divê zimanê serdema aştî û civaka demokratîk jî li gorî vê rastiyê bê pêşxistin. Ne ziman guheriye ne jî hiqûq.
Ev salek e şer bi gelemperî rawestiyaye. Qezenca her aliyî çêbû di vê demê de. Lê tu misogeriya vê rewşê tune ye. Heke niyeteke baş neyê nîşandan û gavên erênî neyên avêtin rewş dê biguhere. Ev heqîqetek e. Di hemû bûyerên dîrokî û pirsgirêkên civakî de ev îspat bûye. Pêvajoya hewldanên çareserkirinê yên 40 salî jixwe vê rastiyê radixin ber çavan. Bahçelî bixwe dibêje ‘çûk bi baskekî nikare bifire’. Heke ev rastî tê zanîn divê pêdiviyên vê rastiyê jî bi cih werin.
