Wêjeya kurdî, şêweyeke vegotinê ya bi hêz e ku ne tenê ziman, çand, dab û nerît, kevneşopî, serpêhatî, êş, serkeftin û berxwedana gelê kurd dihewîne, lê di heman demê de wan vedihone û bi awayekî zindî vedibêje. Pirtûka çîrokan a Eyûp Turgay ku ji nav Weşanên Aramê derketiye, bi deh çîrokên xweser û cuda, serdema xwe bi kûrahî di nava xwe de hilgirtiye û di nav konê wêjeyê de cihê xwe girtiye. Ev berhem, bi cesareta xwe ya rûbirûbûna êşên civakî, dibe yek ji xebatên girîng ên wêjeya kurdî.
Pirtûk navê xwe ji çîroka “Nivîsta Pîrika Min” digire ku di nav çîrokan de cih digire. Ev çîrok, bi kûrahiya xwe, rastiyên civakî û çandî yên gelê kurd ku bi êşên giran re rû bi rû maye, vedibêje. Bi hafizeya dîrokî re pirekê di navbera tekoşîn û wêjeya şoreşger de ava dike. Bi ferhengek dewlemend û bingeheke kûr a hestyarî, ev berhem di cîhana wêjeya resen de cihekî bi rûmet digire.
Her çîrokek di pirtûkê de bi hostayî û bi zimanekî sade, lê bi bandor hatiye honandin. Çîrokên bi navên “Çûyîna Bêxatir”, “Yadê Kesîra”, “Hesenê Xazî”, “Şambûrek”, “Çavên Azadiyê”, “Mizgînî”, “Çîkmamîko”, “Nivîsta Pîrika Min”, “Dilên Hepiskirî” û “Kekê Min” di pirtûkê de cih digirin. Her yek ji van çîrokan, bi awayekî xwezayî ji rastiyên civaka kurdî îlham wergirtiye, di nav hîmên nivîskar Eyûp Turgay de bi cih bûye û di rûpelan de zindî bûye.
Ev pirtûk ji çîrokan wêdetir e; wekî berhemek ku dahatûyê bi kûrahî lêkolîn dike, dipirse û bi şêweyekî bi xeml û bedew pêşkêş dike, xuya dike. Her çîrok pencereyekê li ser rastiyên civakî, dewlemendiya çandî, êş û berxwedana gel vedike. Mînak, di çîroka “Çûyîna Bêxatir” de, em rastî serpêhatiya malbateke fileh tên ku di qonaxên dijwar de derbas dibe. Ev rastî bi zimanekî hêsan, lê bi kûrahiya wêjeyî, tê vegotin û di nav çîrokê de bi awayekî xurt tê parvekirin. Hevsengiya di navbera rastî û vegotina wêjeyî de, nirx û girîngiya vê berhemê zêdetir dike. Zimanê nivîskar, bi vegotineke resen û bi bandor, xwe bi awayekî zelal diyar dike.
Di hin çîrokan de, xewn û rastî bi şêwazeke wêjeyî û jiyanî bi hev re têne tevlîkirin. Êş, xemgînî, hesret û hêviyên tekoşînê bi awayekî kûr di nav hev de diherikin. Nirxên çandî û pêkhateyên civakî yên tekoşînê, di her çîrokê de bi kûrahî têne vekolandin û naveroka çîrokan dewlemend dikin. Ev nêzîkatî dihêle ku xwendevan ji aliyê hestyarî û rewşenbîrî ve bi pirtûkê re têkildar bibe. Nivîskar, rastiyên civakî di cîhana wêjeyî de bi xeyal û rastî re tevlihev dike, bi vî awayî gaveke nû diavêje û şopên hestên kesayetî û civakî bi zindîtî vedibêje.
Şopên kûr ên sî salan
Di vê berhemê de, serpêhatiya nivîskar a nêzî sî salan di bin bandora dîlgirtinê de, bi şopeke girîng xwe dide der. Reseniya ziman, ferhengek dewlemend, wêjeyek paqij, çîrokên henûn û hestên awarte, bi nivîsê re diteqin û sînorên çar dîwarên hesin û betonî derbas dikin. Serpêhatiya dîlgirtinê, ne tenê wekî sînorekê, lê wekî wesîleyeke veguherîneke rewşenbîrî û hestyarî tê dîtin. Wêje ji bo nivîskar dibe wesîleyeke azadiyê, bendên nasnameyê ji nû ve ava dike û bîranînan zindî dihêle.
Ev veguherîna hundirîn, di pirtûka “Nivîsta Pîrika Min” de bi vegotineke bi hêz tê ziman. Cîhana hestyarî ya karakteran, bi bandorên derûnî yên jiyanê re, sembola êş û berxwedana civakî dibe ku di bîra gel de kûr kolaye. Bi taybetî, zimanê sade û qarakterên jin ên xurt, vê berhemê hîn bi bandortir dike.
Nivîskar, bi destavêtina bûyerên êş û azarên dayikan ên di rêya girtîgehan de, rastiyên ku bi xwe jiyaye bi xwendevanan re parve dike. Mînak, çîroka jin û mêrekî ku keçek wan nû çêdibe, lê ji ber rastiyên civakî ji hev dûr dikevin û dibin şervanên azadiyê, bi kûrahî tê vegotin. Ew di dem û mekanên cuda de, li Ewropayê bi mezinbûna keça xwe re dîsa tên ba hev. Ev serpêhatî, peyameke kûr û bi wate dide xwendevanan. Bi vê yekê, nivîskar dîlgirtina xwe dide aliyekî û bi kûrahiya zimanê wêjeyî, zîhniyeta dîlgirtinê, têgînên girtîgeh û azadiya ramanê bi hev re têkildar dike. Bi hestên xurt, xwendevanan ber bi rêwîtiyeke kûr a fikirandinê ve dibe, hafizeyeke civakî diafirîne û ronahiyê dide serdem û bûyerên dîrokî. Ev rêwîtî, destkeftiyeke wêjeyî ya girîng nîşan dide û sînorên di navbera xeyal û rastiyê de radike.
Têkeliya Rastiya Dîrokî û Wêjeyê
“Nivîsta Pîrika Min” avahiyekê pêşkêş dike ku rastiyên dîrokî û serpêhatiyên takekesî bi hev ve girê dide. Çîrok, ne tenê cîhana hestyarî ya kesan, lê di heman demê de bûyerên civakî û siyasî yên ku nivîskar û erdnîgariya wî jiyaye, dihewîne. Bi zimanekî edebî, empatîk û têgihiştineke kûr, ev bûyer tên vegotin. Ev nêzîkatî, xwendevanan ne tenê dike şahidê çîrokeke xeyalî, lê wan ber bi têgeheke dîrokî û civakî ve jî diherikîne. Dema ku têkoşîna dîrokî ya gelê kurd dibe mijara çîrokan, ev ne tenê wekî “rastiyeke civakî”, lê wekî “serpêhatiyeke kesayetî” jî tê pêşkêşkirin.
Di her çîrokê de, carinan bi zelalî û carinan bi hûrgilî, têkiliya di navbera jiyana kesayetî û bûyerên civakî de tê vegotin. Bi vegotineke bi hêz, şopên qonaxên bi êş, berxwedan û cudakariya li ser gelê kurd tê ferzkirin, cih digirin. Ev şêwaza vegotinê, bi wêjeyê û zimanê çîrokê, bîranînan zindî dike. Ji ber vê yekê, “Nivîsta Pîrika Min” ne tenê çîrokek e, belgeyeke dîrokî ye jî.
Çîrok, ji van hêmanan wêdetir, sînoran diqetîne û rola wêjeyê di veguherîna civakî de dipirse û bersivan jî dide. Ev berhem, bi hêza xwe, ronîkirina têkoşîna tevgera jinan û destkeftiyên nû nîşan dide ku îro di nava stûnên nivîsê de dibin ronahiyeke nû.
Bi vê berhema xwe, Eyûp Turgay dibe nimûneyeke bi hêz a wêjeya kurdî ku şiyana xwe ya cihgirtina di wêjeya kurdî de nîşan dide û hişmendiyeke gelemperî diafirîne. “Nivîsta Pîrika Min”, bi zimanekî fesîh, bi êş, hêvî û xeyalan, xwendevan di nav cîhana xwe de digire û wan bi serpêhatiyên kûr re rû bi rû dike. Her wiha bi xwendinê re mirov dibe şahidê serdemeke bestî, dîrokî, çand û têkoşîna gelê kurd.