Di pêşengiya DÎSK-Basin-Îş’ê de gelek siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr, hunermend û rojnameger bi boneya li dijî zextên li ser çapemeniya azad û hewldana revandina belavkarê Rojnameya Yenî Yaşamê şermezar bikin li pêş Tunela Taksîmê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Rojnamegeran di çalakiyê de pankarta “Rojnameger ne sûc e” vekirin û rojnameya ku manşeta “Dê rastî di tariyê de nemînin” rakirin. Girseyê bê navber dirûşma “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” û “Ku çapemenî bêdeng bibe dê her kes bêdeng bibe” berz kirin. Di daxuyaniyê de Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Parlamenterên DEM Partiyê Cengiz Çiçek û Kezban Konukçu, Parlamenterê TİP’ê Ahmet Şik, Nivîskar Yıldırım Turker, Cîgirê serokê CHP’ê yê Stenbolê Adnan Kaymakçı, Lîstikvan Deniz Turkali, Elif Ilgaz, rojnameger Mehveş Evin, Tugrul Eryılmaz, Naci Sonmez, Eyup Burç, Fatîh Polat, Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskin, Seroka TÎHV’ê Şebnem Korur Fincancî û gelek kesên din amade bûn.
Edîtorê Rojnameya Yenî Yaşamê Zana Kaya, anî ziman ku zextên li ser çapemeniya azad ji salên 90’î ve didomin û ew ê dîsa li dijî van zextan bi ruhê salên 90’î têbikoşin û rastiyan ronî bikin.”
Serokê DÎSK Basin Îşê Turgut Dedeoglu jî anî ziman ku li ser medyayê gefên pir mezin hene û wiha got: “Ji ber polîs û leşkerên ku zextan li ser çapemeniyê dikin nayên cezakirin, zextên xwe yên li ser çapemeniyê zêdetir dikin. Dixwazin bi zextan û cezayan rê li pêşiya çapemeniya azad bigirin.”
Nûçegîhana Ajansa Mezopotamya Diren Yurtsever daxuyanî da û wiha got: “Civakên demokratik bi mafên xwe yên azad hene. Erka dewletê jî ewe ku van civakan û mafên mafê azadiyê yên civakan biparêzin. Di nava maf û azadiyê de mafê azadiya ramanê gelek girîng e. Yek ji rêya ku karibin fikrên xwe azad bînin ziman çapemenî ye. Mafê çapemeniyê yê agahî bide û rexne bike heye. Tenê di meha cotmehê de 9 hempîşeyên me dema nûçe dişopandin rastî tundî, astengî û gefan hatin. Di meha cotmehê de ji 39 dosyayan 104 rojnameger hatin darizandin. 11 rojnameger hatin cezakirin û li wan 19 sal û 8 meh û 13 roj ceza hatin birîn. Li 7 rojnamegeran lêpirsîn hatin vekirin. Der barê 6 rojnamegeran de jî doz hat vekirin. 9 rojnameger hatin binçavkirin. 11 rojnameger rastî tundiyê hatin. 7 rojnameger rastî gefan hatin. Dîsa hesabê 119 medyayên sanal hatin astengkirin.
Dîsa der barê 5 hejmarên Rojnameya Yenî Yaşamê de ji ber gotina “Aştî” biryara komkirinê hat dayîn.
Piştî daxuyaniyê girseyê bi dirûşmeya “Em ê bibin yek û bi ser bikevin”, “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” û “Çapemeniya azad civaka azad” berz kirin û li kolana Îstîklalê rojname belav kirin. Esnafan eleqeyek germ nîşanî rojnameyê dan û rojname stendin.