3 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Nivîskar û helbestvanekî bîreweriyê

Di şevên herî tarî de, wek stêrkeke birûskdar bû li gel rojê. Di asîmanê dîroka gelê xwe de, çerxa gerdûnê bi ronahiya xwe xemiland û bingeheke zindî ji atmosfera jiyanê re afirand, li gel rêhevalên xwe.

Jiyan ne tenê dem e, mozaîka şopan e. Bi pênûsa wêjeyî li ser rûpelên axê bi aheng tê nivîsandin û şopeke mayînde dihêle. Carinan wek çemekî bêdeng diherike, di nav sîrava sibehên mijûmoran de rêya xwe dibîne. Carinan jî wek daristaneke kûr, bi dengê bayê bi rîtma xwezayê tê xemilandin. Jiyan dibe stranên pîroz, ku ruh bi melodiyên xwezayî ber bi lêgerîna heqîqetê ve tê bilindkirin. Şopên nepen vedike, ne tenê nav, agirê dilê mirov jî di vê atmosferê de diyar dike, hinekî ji jiyanê vediqetîne û wek diyarî pêşkêş dike.

Di nîv sedsala dawî ya dîroka Kurdan de, tabloyeke rengîn hatiye afirandin, ku her xêza wê çîrokeke têkoşînê û her renga wê ahengeke bêhempa dihewîne. Di kûrahiya vê tabloyê de, bi hezaran lehengên bênav, bi bêdengî veşartî ne; şopa wan mîna ronahiya stêrkan, di nav demên nediyar de dibiriqe. Yek ji van stûnên bîreweriyê, hevalê Fuat (Elî Heyder Kaytan) bû. Stêrkeke di asmanê bêdawî yê dîrokê de, ku bi çirûskeke ronahî rê li ber me vekir.

Heval Fuat ne tenê mirovek bû, liv û lebatek bû, wekî bayê azadiyê yê ku di quntarên çiyayên asê de bi hêl û mêl diherikî. Derwêşekî hezar salî bû, bi ruhê xwe yê lêgerîner, li pey ronahiya heqîqetê dimeşiya. Çavên wî ne tenê dîmen, xewnên gelê xwe didîtin. Destên wî ne tenê çek, pênûs jî hildigirt; bi qîr û hawar bangî mirovahiyê dikir: “Ey Însan!… Hey Dîrok!..” û mifteya deriyê azadiyê nîşan dida.

Ne tenê dewrêşekî çiyayan bû, şervanek bû ku çiya kiribû wargeh, tebat û nebat kiribû hevrê. Şoreşgerek bû, dilê xwe kiribû dergûşa mirovahiyê. Rewşenbîr û helbestvanek bû, ku bi pênûsa xwe destanên nemir di nav rûpelên dîroka qirêj de rêz dikir. Di 45 salên vê jiyanê de, meşeke bêrawest jiya. Her kêlî bi kelecaneke bêhempa, bi aheng û dilsoziyeke bêqusûr, gavên wî ber bi refên pêş ve diçûn.

Erê, heval Fuat ne tenê “siyasetmedar, gerîla, rewşenbîr û helbestvanek” bû, şervanekî heqîqetê yê dilsoz bû. Wî bi pênûsa xwe helbestên nemir honandin, bi çeka xwe azadî parast. Bi hişmendiya xwe ramanên nûjen afirand, bi dilê xwe hêvî belav kir. Çîroka wî wekî çemekî zelal di dilên nifşên nû de herikî û navê wî, mîna tîpên zêrîn, li ser rûpelên dîrokê bi hûrbînî hate neqişandin.

Çil û pênc salên dawî wek pêlên deryayê kir beşek ji meşa azadiyê ya gel. Di her qonaxê de, wî wek ronahiyekê rê nîşan da, wek rêpîvanekê helwesteke hevpar afirand. Ne tenê bi kirinên xwe, bi ruhê xwe yê ku tu carî nehejiya, bandor kir. Jiyana wî bû dîwaneke helbestî, qada şêwrê bi wateyên kûr tijî kir û her rêzika wî dil bi hestên xweş dijenand. Ne tenê çîrokek, destanek bû; wek straneke ku li ber bayê guhan bilind dibe û di nav dengê çiyayan de ahengeke daîmî dihêle; hebûneke xurt li xwebûna heyî zêde kir.

Di şevên herî tarî de, wek stêrkeke birûskdar bû li gel rojê. Di asîmanê dîroka gelê xwe de, çerxa gerdûnê bi ronahiya xwe xemiland û bingeheke zindî ji atmosfera jiyanê re afirand, li gel Mazlûm, Kemal, Egît, Sakîne û bi deh hezaran şopdarên vê rêça pîroz. Tu ne yê dawî bûyî ku rojekê hat û Riza jî li dû te ket rê.

Wiha çîroka jiyanê bi destaneke bêhempa ji nû ve hate honandin. Ji nifşên îro û pêşeroja gelan re, tu bûyî îlham û çavkaniyeke bêdawî. Ev heqîqet, bi vê rêça pîroz re, mîna pizotê agirê Kawayê Hesinkar, tu û Riza kirin nemirên dawî yên destpêkeke nû.