Sevîm Bellî, di sala 1925an de li Stenbolê ji dayik bû. Piştî ji Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Stenbolê mezûn bû, çû DYAyê û ji wir jî li derbasî Parîsê bû û li wir dest bi perwerdeya pisporiyê kir. Li vir beşdarî 3yemîn Mihrîcana Ciwan û Xwendekaran a Cîhanê bû. Di tebaxa 1951ê de li Berlînê wê û Nazim Hîkmet hev nas kirin û di navbera rêveberên TKPê yên li welat û derveyî welat de karê qasidiyê kir.
Dema ji Stenbolê vedigeriya Parîsê hat girtin. Li dijî TKPê operasyoneke berfireh hate destpêkirin û Sevîm Bellî jî hat binçavkirin. Tevî endamên Komîteya Navendî ya TKPê Şefîk Husnu Degmer, Zekî Baştimar, Reşat Fuat Baraner, Mehmet Bozişik, Halîl Yalçinkaya û Mîhrî Bellî hat girtin. Di sala 1957an de li girtîgehê bi Mîhrî Bellî re zewicî.
Ji ber ku mafê bijîşktiyê ya wê bi hinceta kesên ji ber komunistbûnê hatin girtin ji destê wê hat girtin, di sala 1964an de ji bo karê bijîşktiyê berdewam bike, tevî zarokên xwe çû Cezayîrê. Di sala 1966an de vegeriya Tirkiyeyê. Di serdema 12ê Adarê de dîsa hat girtin û 3 salan di girtîgehê de ma. Piştî derbeya 12ê Îlonê dîsa çû derveyî welat. Bîranînên xwe bi navê “Boşuna Mi Çignedik” kir pirtûk.