Li gor ragihandinên OCHAyê dê di sala 2025an de li Afganistanê 21 milyon însan dê ji aliyê xwarin û vexwarinê ve pirsgirêkan bijîn. Dê 14, 8 milyon kes nikaribin xwe bigihînin xurekan, 14,3 milyon kes jî ji mafê tendûristiyê bêpar bimînin. Herwiha 7,8 jin û zarok dê muxtacê alîkariya xurekan bin.
OCHAyê di rapora xwe de bal kişand ser pirsgirêkên ku jin dikşînin û wiha got: “Bêkarî û fekîrî bandor li nîvê nifûsa Afganistanê dike, lê jinên ku debara mala xwe dikin ji vê rewşê zêdetir bandor dibin. Ji bilî krîza aborî zextên ku Talîban li ser civakê dike jî xwedî bandoreke neyînî ye. Van zextan herî zêde jî li ser jin û zarokên keç tê sepandin.”
OCHAyê herwiha bal kişand ser kesên ku neçar mane çûne nav welatên din û wiha got: “Rewşa li Afganistanê rê nade penaberên afgan li welatên xwe vegerin.”