Jinên gundê Dêrgûzê yê Şemrexê ji bo çanda kevnar biparêzin, bi awayekî hevkar û kedek mezin nîskan dişon û ji bo xwarinê amade dikin. Jinan têkildarî kevneşopiya gund gotin: “Paqijkirin û şuştina nîskan bi ked û xwêdana jinan tê amadekirin.
Dema teknolojî pêşnektibû, gelek tiştên ku ji bo xwarin û vexwarinê dihatin hilberîn, bi keda destan dihat amadekirin. Jin ji pêvajoya hilberînê heta ser sifreyê kedek mezin didin. Ji paqijkirin û şuştinê bigire heta seradkirin, hêrandin û libakirinê di bin destê jinan re derbas dibe û jin mohra xwe lê dixin. Jin, bi sebr, baldarî û hunerek sirav amadekariya qûtê (zexîreya) salê dikin. Her çiqas bi pêşketina teknolojiyê ev ked kêm bûbe jî, hîn li hinek herêmên Kurdistanê welatî dev ji çanda xwe ya dîrokî bernedin û heta ji destê wan tê vê çandê diparêzin. Ji van berhemên çandiniyê ku heta tê asta xwarinê di kedeke pir mezin de derbas dibe jê jî nîsk e. Her çiqas wekî berê ji bo kutan û hêrandina nebata destar û conî neyê bikaranîn jî, lê niha jin li şûna amûrên berê nîskên xwe dibin aş û li wir dihêrin. Nîsk ji zeviyê heta ser sifreyê di gelek qûnaxan re derbas dibe û kedek mezin dixwaze. Jin ewil nîskan dişon, piştre li moxilê dixin û piştî moxilê kevir û nebatên biyanî yek bi yek ji nava nîskan dineqînin. Piştî nîsk paqij dibin vê carê ji bo hêrandinê amade ye.
Li Kurdistanê yek ji van heremên ku nîskan bi keda desta tînin heta ser sofrê jê jî herama Mêrdînê ye. Der barê vê çanda amadekariya zexireyên salê de Avaşa Saglam û Mêdiye Serim ên ku ji gundê Dêrguzê ya Şemrexa Mêrdînê ne ji me re axivîn. Di despêkê de Mêdiyê Serim axivî û ji tovkirin/bizarkirina nîskan heta çinîn û anîna ser sofreyê qala amadekariyê kir. Serim anî ziman ku ew di cotmehê de erdê cot dikin û got: “40-50 sal berê karê cotkirinê bi ga dikirin. Lê niha bi traktoran karê çandinî û cotkariyê dikin. Piştî cotkirin diqede nîsk tên tovkirin. Nîsk li vir di meha gulanê de tên çinîn. Hin jê bi tirbanê, hin jê bi das û qaluçkan û hin ji wan bi kêrê diçinin. Çend malbat dibin yek û vê paletiya çinînê bi hevre dikin. Piştî çinînê davêjin patosê. Piştî karê patosê nîska dixin torbeyan û tînin malê. Bi taybetî karê nîskan ê li malê hemû bi keda jinan tê amadekirin.”
Neqandina nîskan
Piştre Avaşa Saglam axivî û diyar kir ku ew ji bo nîskan ji toz û qirêjê paqij bikin nîska dişon û wiha got: “Piştî ku em nîskan tînin malê ewil em nîskan di teştê de dişon. Dema avê dixin ser nîska pûş û kaya ku di nava nîskan de dimîne, bi ser avê dikeve û wiha nîsk paqij dibe. Armanca şûştina nîskan ji bo ku ka, toz û dumana ser nîskan paqij bibe. Gava em şuştinê diqedînin ji bo ku zûha bibe li ber tavê radixin. Piştî ku nîsk zuha dibe, em nîska dineqînin. Di nava nîskan de kevir, reşreşk, kumkumk, zîwan, nîskê reş, kizin û şonik hene. Divê ev nebatên biyanî ji nav nîskan bên bijartin. Her yek û nebaşiyeke wê heye. Mesela şonik nebaşe serê mirovan diwerimîne. Ji xwe dema kevir jî tê de bimîne bikeve devê mirov wê diranan bişkêne. Divê nîsk baş bên neqandin û paqij bibe. Piştre em nîska dineqînin û ji bo hêrandinê dişînin Şemraxê. Jin nîskê hêrayî li malê li ba dixin û dikin wekî zêrê zer. Êdî ev nîskên wekî zêrê zer di serî de ji bo şorbeyê û gelek xwarinên din amade ye.”
Saglam da zanîn ku berê ev kar û bar hemû bi keda desta dihat kirin û wiha domand: “Me berê nîsk bi destar dihêra. Lê niha çanda destar winda dibe û destar zahf nayê bikaranîn. Em nîskan dibin aş û li aş dihêrin. Li gund her kes vî karî nake. Lê em jî, mala birayê min jî nîskên xwe li malê amade dikin. Hîn kes jî nîska naçînin. Lê helbet yê mirov diçine ji yê hazir xweştir e. Yê niha em çêdkin jî yê mala birayê minin. Em vî karî bi awayekî hevkar bi hev re dikin.”
Kar bi hevkarî tê kirin
Avaşa Saglam kala hevkariya jin û mêra di karê nîskan de kir û wiha bi dawî kir: “Bi gelemperî mêr çot dikin û tov/bizar dikin. Lê jin û mêr bi hev re palehiyê dikin. Piştî hişk dibe patos dikin û û tînin malê. Dema tê malê pê de êdî jin dişon û dineqînin. Ev kar her wext nayê kirin. Ev kar havîn û payizê tê kirin.”