7 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Nisêbîn û Pirsûsê nobet didome

Li sînorê Nisêbînê 24 roj, li sînorê Pirsûsê 14 roj nobeta ji bo piştevaniya Rojava bi girseyî berdewam dike.

Çalakiya nobedê ya ku li navçeya Pirsûs a Rihayê ya li ser sînorê Kobanê, li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin, 14 in didome.  Li Nisêbînê jî nobet di roja 24an de didome.

Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar, Emîne Şenyaşar a ji bo kesên ku bûne sembola çalakiya nobetê dest pê kir, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Welatiyên ku beşdarî nobeda ku danê sibê dest pê kir, bû, li dora agirê ku pêxistin, tevî hewaya sar, dest bi nobetê kirin. Li qada ku nobet lê hat girtin pankarta “Rojava rûmeta me ye” hat daliqandin. Girseya ku nobedê li gel klamên Kurdî didomîne, li dijî êrîşên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî dan çapemeniyê û piştgiriya xwe ya Rojava anîn ziman.

Nisêbîn 

Li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişloyê jî çalakiya nobetê ku di 13ê kanûnê de hatibû destpêkirin, di roja 24’an de didome. Girseya ku di saetên serê sibehê de hate qada çalakiyê, dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin, jiyan, azadî” berzkir û li ber stranên Kurdî govend gerand.  Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş û çalakvanan, armanca çalakiyê ji kesên hatin serdanê re vegotin û rojev nirxandin.
Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê