Nûnerê taybet ê Serokê Amarîkayê Donald Trump Tom Barrack û fermandarê CENTCOMê Admiral Brad Cooper, 6ê cotmeha 2025an, li rojhilatê Sûriyeyê bi fermandarê giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî û hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed re civiyan. Li gorî daxuyaniya Barrack, mijarên civînê “nîqaşên kûr” li ser yekîtiya Sûriyeyê, parastina li dijî DAIŞê û pêkanîna peymana 10ê adarê bûn.
Piştî vê civînê, hêzên ewlehiyê yên Hikûmeta Demkî ya Şamê hemû rêyên ku diçin taxên bajarê Helebê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê girtin. Ev tax, ku zêdetirî 100 hezar kurd lê dijîn, li gorî peymana entegrasyonê ya bi hikûmeta Şamê re ji adara 2025an ve di bin kontrola hêzên ewlekariya hindurîn de ne. Lê belê, ev girtina rêyan bû sedema protestoyên mezin ên niştecihan, ku daxwaz li ser vekirina rêyan û parastina mafên xwe kirin. Lê çeteyên girêdayî hikûmeta demkî bi çekên giran êrîşî gel kirin. Li gorî raporan, di van êrîşan de du welatî şehîd bûn û zêdetirî 60 welatî jî birîndar bûn.
Bêguman ev êrîş ne netê li dijî kurdan, li dijî pêkvejiyana gelan pêk hat. Hişmendiyên ku bi zihniyeta dagirkerî û talanê hatiye ser deshilatê, ne mimkûn e ku li gorî rastiya civakî û çandî nêzî xelkê herêmê bibe. Lewma êrîşa 6ê cotmehê ji êrîşek çekdarî wêdetir, êrîşek li ser pêkvejiyana gelan bû. Li ser nerazîbûn û bersivdayîna xelkê herêmê di 7ê cotmehê de, agahiya rawestandina şer hat ragihandin, lê rewş hîn jî krîtîk e.
Mirov nikara van êrîşan ji hebûna dewleta tirk a li herêmê cudatir bigire dest. Ji adara 2025an ve, nîqaş di navbera Hikûmeta Demkî ya Şamê û Rêveberiya Xweser de li ser mijarên wekî entegrasyona leşkerî, kontrola sînoran, balafiran û qadên neftê û gazê tên kirin. Peymana 10ê adarê armanc dike ku HSD di dawiya 2025an de bibe parçeyeke artêşa Sûriyeyê. Lê belê, ev nîqaş ji ber destwerdanên Tirkiyeyê bê encam dimînin. Tirkiye li şûna ku HSDê weke temînata parastina xelkê herêmê bibîne, wê ji bo xwe wekî gef dibîne. Ji ber van tirs û xofên dewleta tirk tê xwestin ku HSD ji mîsyona xwe dûr were xistin. Lê hemû kesên ku herêmê nas dikin û li ser xwedî fikir in, bi girîngiya HSDê dizanin. Yanî dewleta tirk bi senaryoyên çêkirî hewl dide ku rastiyan berovajî bike, xelkê herêmê bêparastin bihêle.
Li gorî analîzan ev destwerdanên dewleta tirk, rêveberiya Şamê li dijî gelê kurd teşwîqî êrîşan dike. Tîrmeha 2025an, nîqaşên li Parîsê hatin betalkirin û ji tebaxê vir ve êrîşên li ser Der-Hafir, bendava Tişrînê û deverên din nîşaneya vê yekê ne. Her çend di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî ya Şamê de li ser agirbestekê lihevkirine hatibe ragihandin jî dewleta tirk nahêle li herêmê aramî pêk were. Lewma piştî hevdîtina li Şamê Wezîrê Karê Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Esad Hesen Şeybanî ji vê armancê cuda nîne.
8ê cotmehê, Wezîrê Karê Derve yê Şamê Esad Hasan Şeybanî çû Enqereyê û bi Wezîrê Derve yê Tirk Hakan Fîdan re civiya. Sedema sereke ya vê serdanê, li gorî daxuyaniyan, “xurtkirina têkiliyên di navbera aliyan de, aramiya herêmî û pêkanîna peymana entegrasyona HSDê” bû. Şeybanî yê ku beriya çendekî bi nûnerên Rêveberiya Xweser û HSDê re civiyabû, meseleya navxweyî derxist derveyî welat û bi HSDê “hêdîbûnê” tawanbar kir û got ku “ev nîqaş tenê li ser kaxezê man”. Ev gotina Şeybanî bi dilê Wezîrê Karê Derve yê Dewleta Tirk Hakan Fîdan bû ku wekî rêveberekî mudaxeleyî karê navxweyî yê Sûriyeyê dike. Careke din derket holê ku reveberiya demkî ya Şamê ne xwedî wê îradeyê ye ku bi îradeya xwe biryaran bigire. Hêzên ku ew aniye ser deshilatê îro siyaseta Şamê diyar dikin.
Di çarçoveya van geşedanan de, helwest û siyaseta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî qonaxa herî xurt a guherîn û veguherînê tê dîtin. Siyaset û têkoşîna li ser paradîgmaya netewa demokratîk hatiye avakirin ne tenê ji bo gelê herêmê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn dibe çavakaniya herî xurt ya serdama nû. Aliyên siyasî ango welatên vê rastiyê înkar bikin û berjewendiyên xwe li ser îradeya gelan ferz bikin, ne mimkûn e ku bikaribin di vê serdama krîtîk de serkeftinê bi dest bixin. Êdî bi her awayî aşkere ye ku li herêmê bi siyaseta înkarê serkeftin pêk nayê. Lewma bi berfirehî li ser rêveberiyên nenavendî û demokratîk tê rawestandin. Ev ne lazimiyek ji rêzê pêwîstiyek bingehîn a siyaseta vê demê ye.
Herî dawî, ev geşedan nîşan didin ku Sûriyeya nû hîn jî di navbera hêvî û krîzê de ye. Yekîtiya siyasî, parastina mafên gelê kurd û hemû pêkhateyên herêmê ji bo pêşeroja Sûriyeya yekgirtî û nenavendî xwedî girîngiyek mezin e. Hemû hêz û aliyên ku vê rastiyê înkar dikin, ango li dijî wê dikevin nava hewildanan ne mimkûn e ku di siberoja gelên herêmê de bibin xwedî gotin. Divê siyaseta li herêmê jî li gorî daxwaz û hêviyên gel be. Siyaset şaş an jî kêm, li şûna azadiyê dibe ku şer, kuştin, talan û qirkirinê bi xwe re bîne. Em ji bîr nekin ku gelek welatên herêmê ji bo li herêmê qaos kûr bibe û hîn bêhtir bibin xwedî gotin di nav hewildanan de ne. Ev dewletên ku siyasta xwe li ser şer û rijandina xwînê ava kirine ji bo dest biavêjin dewlemendiyên sererd û binerd ên herêmî jî di nav fêlbaziyan de ne. Lewma divê were zanîn ku siyaseta herî dijwar ne di demên şer de, di demên nîqaşên aştiyê de ye. Di van rojên zahmet de, ya girîng ew e ku gelê herêmê rê nîşanî siyaseta demokratîk bide.