Di vê nivîsê de ez ê behsa du têgihan bikim ku gelek kes van têgihan weke nexweşî bi nav dikin. Nexweşî ew tişt e ku ji ber alavên laş an jî ji ber derûniya mirovan derdikeve holê. Lê divê bê diyarkirin ku gelek derûnînas rewşa mirovan a derûniyê weke nexweşî bi nav nakin. Wê demê cureyekê nexweşiyê dimîne ku ew jî di nav laşên mirovan de bi awayekî aşkera zirarê dide jiyana mirovan, bi gotineke din dema di organîzmayê de hinek guherîn çêbin û ev guherîn bibin sedema xirakirina tendûristiya mirovan ji vê rewşê re nexweşî tê gotin. Nexweşî bi perwerdehiyê derbasî mirovan nabe. Lewra heke tiştek bi perwerdehiyê yan jî bi pergalê derbasî mirovan bibe, bê guman meriv nikare ji wê re bibêje nexweşî. Jixwe dema kesek bi nexweşiyekê dikeve, mirovên din xwe jê diparêzin. Bi awayekî aşkera ev di nexweşiya koronayê de derket holê ku çawa mirovan xwe ji hev dûr dixist.
Têgiha yekem nijadperestî ye ku her tim derdikeve pêşiya mirovan. Nijadpersetî weke pergala fetisandina dijberan tê bikaranîn. Gelemperî li hemberî kesên kêm-netew tê bikaranîn. Têgiha duyem lînc e ku wê di vê nivîsê de bê qalkirin. Ev her du rewş bi hev ve girêdayî ne û hev du heyî dikin. Di encama nijadperestiyê de lînc derdidkeve holê. Bi lîncan jî nijadperestî tê pejirandin û berdewamkirin. Lewra meriv nikare van her du rewşan wekî nexweşî bi nav bike. Lê ji ber çi wekî nexweşî tên binavkirin? Di nexweşiyan de dilxwazî tune ye, kes bi dilê xwe naxwaze ku nexweş bikeve an jî nexweşî wekî polîtîkayên pergalê nayên belavkirin. Lêbelê hem nijadperestî hem jî lînc bi polîtîkayên pergalan tên fêrkirin û ji bo berdewamiya wan fêrî nifşên nû tên kirin. Bi perwerdehiyê tên pejirandin û weke rewşên asayî tên nîşandan. Weke çandê bi hemû amûrên dewletê yên îdeolojîk tên xwedîkirin. Lewra ji bo ku pergal an jî dewlet berpirsiyariyên xwe yên di nijadperestî û lîncan de negirin ser xwe weke nexweşî bi nav dikin û vê yekê di nav civakê de jî belav dikin.
Di eslê xwe de nijadperestî û lînc ji bo yek armancê tên pêşxistin. Bi piranî nijadperestî aliyê vê armancê yê teorîk pêk tîne. Sermeselê nijadperestî di nav gotinên wiha de veşartiye; “Amed tune ye, Amedspor tune ye.” “Kurd û Kurdistan tune ne.” “Tirkek bedelê hemû dinyayê ye” û her wiha ev gotin dikarin bên zêdekirin. Bi heman awayî gotinên li hemberî sûriyeyiyan, ermeniyan, elewiyan û gel/civakên din jî di nav jiyana rojane ya nijadperestan de cihê xwe digirin. Ev gotin di medyayê de her roj tên dubarekirin û bi vî awayî tên rewakirin. Bi rewakirina nijadperestiyê aliyê din yê vê armancê dikeve meriyetê ku ew jî lînc e. Jixwe hewce nake ku em li vir lîsteya lîncên li hemberî kurdan, suriyeyiyan, ermeniyan û elewiyan binivisînin. Tenê kirinên li hemberî Amedsporê jî têra nîşandana nijadperestiyan wan dike. Lê tevî van gotin û kirinan jî nijadperest, nijadperestiyê qebûl nakin û dibêjin ku “em ne nijadperest in, em ne civakeke nijadperest in.” Ango redkirina nijadperestiyê xala sereke ya nijadperestan e. Bervajî vê rewşê bi giştî nexweş rewşa xwe qebûl dikin û li hemberî nexweşiya xwe têkoşînê dimeşînin. Le heke nijadperestî nexweşî be, çima nijadperest rewşa xwe qebûl nakin û ji başbûnê li hemberî vê rewşê tênakoşin?
Nijadperestî bi xwe re lîncê tîne ku civakên din çavtirsandî bibin da ku zordestiya pergalê/dewletê li ser kesên din zêdetir bibe. Lewra di van demên dawî de provayên lîncan dan destpêkirin. Lîncên herî berbiçav û li hemberî kamerayan pêk anîn ên di dema erdhejê de bûn. Bi hinceta dizîyê bi dehan kes hatin lînckirin û hatin kuştin. Tevî ku ev lînc li ber çavên civakê pêk hatin jî bi aşkera kiryarên wan nehatin sizakirin. Herî dawî di maça Amedspor û Bursasporê de nijadperestî û lînca li dijî kurdan derxistin asta herî jor.
Nijadperestan êrîşê otela Amedsporê kirin û heta dawiya maçê jî di tevgerên xwe yên tijî nijadperestî dan berdewamkirin. Lîstîkvan, berpirsiyarên Amedsporê û alîgirên wê hatin lînckirin. Di kolanan de zarok rastî zordestiya nijadperestan hatin.
Bê guman ev ne êrîşên destpêkê bûn, tişta xuya dike wê ne êrîşên dawî bin jî. Helbet ev êrîş li hember nasnameya Amedsporê pêk tên. Lewra ev êrîş nijadî ne û kesên van pêk tînin jî nijadperest in, her çiqas ew red û înkar bikin jî. Jixwe wêne û posterên Yeşîl û torosê jî nîşan didin ku ev êrîş bi plan û proje hatine amadekirin. Her wiha ew wêne didin nîşanda ku wê berdewamiya van êrîşan hebe. Lewra di pêvajoya hilbijartinê de divê em kurd baldartir û amade bin. Ji ber ku hem wêneyê torosê him jî yê Yeşîl ne wêneyê ji rêzê ne. Di bin van wêneyan de çavtirsandin, fetisandin, zordarî û kuştin dan nîşandan. Tevlîkirina Hudaparê ya îttifaka faşîzma kesk jî ji bo hewldana têkbirina kurdan e. Bi sembolên salên 1990’an xwestin nijadperestiya li dijî kurdan sor bikin û kujerên wê demê wekî qehremanan bidin nîşandan.
Werhasil nijadperestî û lînc encamên bi polîtîka û stratejiyên demdirêj in. Bi perwerdehiyê tên fêrkirin di nav civaka serdest de tên belavkirin û bi demê re dibe çanda civaka serdest. Lewra gotinên tijî nijadperestî ji devê civakên kêm nabin. Di dema lînckirinê de jî hîncetên rewakirina lîncê berbelav dikin. Dewlet an jî pergal van gotin û lîncan weke bûyerên rojane didin nîşandan. Dibe ku pergala dewleta tirk bi destê faşîzma kesk van lîncan û nijadperestiyê di dema hilbijartinan de li ser kurdan zêdetir bike û bawer im, wê bike jî. Ji ber ku nijadperestî tiştekî wiha ye ku pir bi hêsanî ji hêla serdestan ve tê bikaranîn.