Li navçeya Keçîoren a Enqerê, li dijî avahiya HDP’ê ya navçeyê êrîşeke nijadperest pêk hat. Kes an jî kesên nijadperest roja duşemê êrîşî avahiya HDP’ê kirin û camên avahiya şikandin û xesaran dan alên partiyê. Îro jî li ser dûwarên avahiyê ev nivîsa nîjadperest “Her şad be yên ji xwe re dibêje: Ez Tirk im” hate nivîsandin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, ji ber ku dîmenên qeyda kamerayên avahiyê nehatiye wergirtin, nasnameya êrîşkaran nehatiye tespîtkirin.
Li ser giliyê HDP’iyan, polîs hatin avahiyê û dest bi lêkolînê kirin.