Barê kerê Xoce qesel e, di ber golekî re diçin. Barê kerê bi aliyekî ve xwar dibe. Çiqas rast dike dîsa xwar dibe, li aliyekî qesel zêde ye. Xoce ji xwe re dibêje: “Ya baş ez agir bi keviya aliyê zêde bixim da ku sivik bibe û hevsengî çêbibe.”
Dema ku Xoce agir bi keviya qeselê dixe ker ditirse û baz dide, agir xwe diavêje tevahiya bar. Xoce jî li pey kerê xwe baz dide û dibêje: “Ger aqilê te hebe here nava avê.”
Piştî demekê kerê Xoce dimire. Xoce ji hevjîna xwe re dibêje: “Em bê kar nikarin îdare bikin, ka hinek pareyan bide min, ez biçim sûkê ji me re kerekî bikirim.”
Xoce diçe sûkê kerekî dikire, hevsarê kerî di destê wî de, di nava xem û xeylan de jixweveçûyî bi aliyê malê ve diçe. Du kesên kone û pêxwas li wan deran digerin, rewşa Xoce bala wan dikişîne û ji hev re wiha dibêjin: “Ka em tiştekî bînin serê vî mêrikî û kerê wî ji xwe re bidizin.”
Yek ji wan pêxwasan nêzîkî Xoce dibe û hêdîka hevsarê di serê kerî de ji serê wî derdixe û hevsarî dixe serê xwe û dide pey Xoce. Dizê hevalê wî jî kerî dide ber xwe û bi şûn de ber bi sûkê ve diçe. Diz kerê difiroşe û bi hevalê xwe re wan pareyan li hev parve dikin.
Haya Xoce ji bayê felekê tune ye. Dema ku tê ber derî û dike ku kerê xwe bi cihekî ve girêde dinihêre ku hevsar li şûna kerî di serê zilamekî de ye. Xoce şaşwaz dibe û dibêje: “Bismilah, subhanelah, tu kî yî kuro?”
Zilamê ku hevsar di serî de xwe guneh dike û bi dengekî xemgîn dibêje: “Seyda min li hember diya xwe kirêtiyeke mezin kiribû. Dayika min gelek êşiyabû û nifireke wiha li min kiribû: “Xwedê bike ku tu bibî ker’, wekî tu jî dizanî dua û nifirên dayikan tên qebûlkirin. Ez piştî wê rojê bûm ker. Heta te ez ji sûkê kirîm, min ji destê mirovan gelek tadayî dîtin. Niha bi xêra kerametên te va ye dîsa ez li xwe vegeriyam û bûm mirov. Lewre lava dikim ku tu min bibexşînî û azad bikî.”
Guneha Xoce bi zilam tê hevsarî ji serê wî derdixe, hinekî şîretan lê dike ku êdî dayika xwe xemgîn neke.
Roja din dîsa Xoce pareyan dibe û diçe sûkê ku kerekî din ji xwe re bikire. Dinihêre ku ew kerê berê kirîbû dîsa li sûkê ye. Xoce diçe di guhê kerê de dibêje: “Kuro hey bêaqil, duh min ewqas şîret li te kirin, te guhê xwe neda min û te dîsa li hember diya xwe tiştê kirêt kirin. Ji min ewqas ez êdî nikarim careke din te bikirim, xuya ye te heq kiriye.”