30 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Nêzikatiyên erzan divê ne para me bin

Çiqas nêzîkatiyên sextekar hene li hember me tên meşandin û ber bi tunebûnê ve dibin. Heta ku em hişyar nebin, heta ku ji me tê yekitiya xwe ava nekin em ê her bên perçiqandin û helandin. Em nêzîkatiyên erzan nekin para xwe.

Dema em li dîrokê ji nêz ve dinirxînin, dinêrin ku rêbazên ber bi deriyên şaristaniya aşitiyê ve her tim hatine girtin. Bi hezaran salan dîrok bi heman astê ve hatiye destgirtin. Hinek kesên dagirker qet heyfa wan li pênûsê nehatiye û qasî karibûne çîrokên rengîn nivîsandine. Tenê em dikarin bibêjin terzê şerkirinê hatiye guhertin. Her sedsalek bi xwe re şerekî û nûkirina nexşeyan aniye. Ev nexşeya wek tiştek plastîk li gor berjewendiyan ji hev tê kişandin. Gelên bindest di van şeran de tên tunekirin û bi xwîne carekî din erdnîgar tên şûştin.

Min rojekî fîlmekî dîrokî temaşe kir û dît ku tenê çek hatine guhertin. Em her der dorê xwe dikin gunehkar, lê mixabin tu caran ewqas cesareta me nîne ku em hesabê ji xwe bixwazin. Ji vî halê ku em tê de ne em bixwe berpirsiyar in. Salekî din jî mora xwe li dîrokê xist. Ka em şîrove bikin. Çiqas me têkoşîn kir ji bo paqijkirina wijdanê xwe. Gelo çiqas me şer kir ji bo ne qebûlkirina wan şeran. Çiqas em bûn bersiv li hember wan nêzîkatiyan. Roja îro her kes bûye siyasetmedar. Lê tişta li holê siyasetekî sexte ye. Her kes bûye aştîxwaz, lê li holê aştî nîne. Her kes bûye dîrokzan, lê dîrok di nav rûpelên xwe de hatiye veşartin.

Yên ku dikarin ev dema hemdem de guhertinekî nû ji xwe re bînin ciwan in, lê mixabin rengên ciwantiye jî hatiye tunekirin. Demekî gelek xeter e ji bo her kesî. Heger gavên ku tên xwestin nayên avêtin pêşerojekî ne diyar li pêşiya me ye. Hertim reş û spî li gel hev dimeşin. Ev jî xeter e. Ji ber rengên din di tariyê de dimînin. Siyaseta gerdûnê ji wisa ye. Yan reş e yan jî spî ye. Em her tim roja derbasbûyî şermezar û rexne dikin. Lê roja îro ku wê sibe bibe doh, em tiştekî naguherin. Û her roj jiyanekî sextekar ji xwe re qeder dibînin. Gelek firset hene ku me ber bi xweşikbûna jiyanê ve dibin. Ji bo ku em xwe berpirsyar nabînin ditirsin gavan bavêjin.

Çiqas nêzîkatiyên sextekar hene li hember me tên meşandin û ber bi tunebûnê ve dibin. Heta ku em hişyar nebin, heta ku ji me tê yekîtiya xwe ava nekin em ê her bên perçiqandin û helandin. Em nêzîkatiyên erzan nekin para xwe. Îro tenê ruhê mirov ma ye. Dema ew jî bê firotin êdî qet hesabê tiştekî namine. We dema kincê xwe guherî nefikirin ku we ruhê xwe ji guheriye. Lê dema we ruhê xwe firot edî kinc jî we xelas nakin. Fikir û ramanên pîroz bi sedan salan hatine parastin. Lê dema em gavekî şaş davêjin em dikarin rojekî de hemû tiştên pîroz bikujin. Dîrok jî pişt re wê ji me hesab bixwaze. Dibe ku em gelekî bixwînin lê çima dîsa em şaştiye her demî dubare dikin. Çima em pêngava aştîxwaz ji xwe re hedef nagrin. Çima dîsa dikujin û tune dikin. Yek ji wan sedemên krîza gerdûnî ev e ku platformên navneteweyî demek dirêj e ji ber ku bûye platformek ji bo sûcên hevbeş, gefan, mirî û krîzê. Ez zehmet dibînim ku ji hêla rêberên din ve axaftvanek erênî bi bîr bînin. Û ji bo vê yekê sedemên min hene. Materyalên axaftina erênî hindik in.

Heger her roj em gavekî gelek biçûk be ji bavêjin em ê bikarbin gelek nêzîkatiyen qirêj tune bikin. Bibin pira aştiyê di nav gelan de. Her tu dixwazî hebî, tu gerek her di hewldanê de bî. Em gihiştine demekî ku gelek çareseriyên rêk û pêk hene. Divê em vê bikaribin bi nirxên pêkan bi kar bînin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê